Hevalcêwiyên ku li Antalyayê serê wan bi hev va hatin dinyayê û li Londona paytextê Îngiltereyê bi operasyonê ji hev cuda bûn, ber bi Tirkiyeyê bi rê ketin.
Hevalcêwiyên bi navê Derman û Yigit û herwiha dê û bav Omer û Fatma Evrensel bi balafira ambulans a Wezareta Tenduristiyê va ji Balafirgeha Luton a Londonê ber bi Balafirgeha Enqere Esenbogayê bi rê ketin.
Malbat ji hêla Balyozê Tirkiyeyê yê Londonê Umit Yalçin, Konsolos Çinar Ergin û peywendîdarên din hat birêkirin.
- Di himayeya Serokomariyê da emeliyet
Hevalcêwî li navçeya Alanyayê 22yê Hezîrana 2018an bi sezaryenê hatin dinyayê.
Çîroka hevalcêwiyên bi hev va ku li Antalya û Stenbolê di çend nexweşxaneyan da tedawî dîtin û ji ber bihevabûna serî, zehmetiyeke mezin kişandin, piştî ku ji hêla Ajansa Anadoluyê (AA) wekî nûçe hat belavkirin, Serokomarî ket dewrê.
Peywirdarên Nexweşxaneya Great Ormond Street a li Îngiltereyê ku emeliyetên bi heman rengî lê tên kirin, bi rêya peyamnêrê AAyê bi malbatê ra ketin têkiliyê. Ekîb û doktorên Tirk ku dê emeliyeta li Îngiltereyê pêk bînin bi malbatê ra axivîn.
Di himayeya Serokomariyê da hevalcêwî û malbat bi ambulansa asîmanî ya Wezareta Tenduristiyê 1ê Berfanbara 2019an bo Îngiltereyê hatin şandin.
Ekîba ku ji 42 hekîman pêk tê û di navê da 2 doktorên Tirk jî hene, 3 operasyonên mezin pêk anîn. Derman û Yigitê ku serê wan ê bi hev va 28ê rêbendanê ji hev hat cudakirin, qederekê li nexweşxaneyê hatin razandin.AA