"Di kitêba me da edaleta civakî heye"

Serok Erdogan: "Li cem me faşîzm tune, li cem we heye. Di kitêba me da edaleta civakî heye."

"Di kitêba me da edaleta civakî heye"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di 7emîn Kongreya Bajêr a Asayî ya Malatyayê ya partiya xwe da axivî.

- "Di kitêba me da edaleta civakî heye"

Erdogan der barê parvekirina nijadperest a parlamenterê Hollandayê da wiha got: "Li cem me faşîzm tune, li cem we heye. Di kitêba me da edaleta civakî heye. Hêzên dinyayê kirine halekî wisa ku lê nayê jiyîn ji ber ku em lîstika wan xirab dikin, me jî hedef digirin. Bihêle bila me hedef bigirin, sekin tune, emê dewam bikin."

- "Em li ser deweta miletê mezlûm li wê derê ne"

Serok Erdogan der barê têkoşîna dijî terorê da axivî û wiha got: "Ji têkoşîna terorê bigirin heta herekatên me yên dersînor di tu mijarê da me serê miletê xwe berjêr nekiriye û şaşiyeke me ya wisa çênebûye û wê çênebe. Esedê zalim dibe ku kesên kêrî wî tê dewet bike, lê em li ser deweta miletê mezlûm li wê derê ne."

- "Em dewleta qebîleyê nînin"

Erdogan ji Amerîkayê ra jî wiha got: " Me ji bo F-35ê gav avêt, we em tehdîd kirin. We got 'S400an paşve bişînin Rûsyayê' Em dewleta qebîleyê nînin, Türkiye ne"

Erdogan behsa piştgiriya Türkiyeyê ya Azerbaycanê kir û wiha dewam kir: "Hin Amerîkî birayê min Îlham digerin û jê ra dibêjin 'Em dizanin kî li cem we ye. Erdogan heye, Türkiye heye. Wext bê em dikarin li hemberî Tirkiyeyê jî mueyîdeyan bikin' Tu nizanî tu bi kî ra direqisî, mueyideya te çi be, dereng nemîne bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE