Di lehiya li Gîresunê da jimara kesên ku mirin derket 4an

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "4 welatiyên me mirin. Xebatên lêgerîn û xelaskirina 11 welatiyên me dewam dikin"

Di lehiya li Gîresunê da jimara kesên ku mirin derket 4an

Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu diyar kir, di lehiya Gîresunê da 4 welatî mirin, xebatên lêgerîn û xelaskirina 11 kesan dewam kir.

Soylu li navenda navçeya Dereliyê ku lehî lê rabû û hezaz çêbû, bi Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî ra piştî ku li cihên ku lehî lê rabûye geriyan, daxuyanî da rojnamegeran.

Soylu der barê civîna nirxandinê ya ku li bajêr kirin û tedqîqan da agahî da.

Soylu diyar kir ku di lehî û hezazê da menfez hilweşiya û 5 cendime û operatorek ketin çem û winda bûn û daxuyand ku ew li cihê ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin jî geriyan.

Soylu got ku ew paşê hat navçeya Dereliyê û wiha got: "Bi rastî min rewşeke wiha nedîtiye, Xwedê merivan ji rewşên betertir mihavze bike."

Soylu wiha axivî: "Ez niha dikarim reqaman bidim. 4 welatiyên me mirin, xebatên lêgerîn û xelaskirina 11 welatiyên me dewam dikin. Ji 4 welatiyên me yek jê cendirme ye, ewladê me şehîd bû."

Wezîr Soylu got heta niha 133 welatî bi merîfeta lêgerîn û xelaskirinê hatin xelaskirin.

Soylu daxuyand ku rêya 118 gundên bajêr girtî ne, rêya Tîrebolu-Dogankentê jî hê girtî ye, rêya Dereliyê jî piştî xebatan vebû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE