Di lêpirsîna "bêrêtiya hilbijartinê" da şopa FETOyê

Li Stenbolê di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê da bi îdiaya ku bêrêtî hat kirin der heqê serok û endamên lijneya sandoqan da lêpirsînê dest pê kiribû û di lêpirsînê da têkiliya 43 gumanbaran bi FETOyê ra hat tesbîtkirin

Di lêpirsîna "bêrêtiya hilbijartinê" da şopa FETOyê

Li Stenbolê di Hilbijartina Herêmî ya 31ê Adarê da bi îdiaya ku bêrêtî hat kirin der heqê serok û endamên lijneya sandoqan da lêpirsînê dest pê kiribû û di lêpirsînê da têkiliya 43 gumanbaran bi FETOyê ra hat tesbîtkirin.

Bi îdiaya ku di hilbijartina herêmî da di jimartina reyan û qeydkirina daneyan da bêrêtî hatiye kirin gilî hatin kirin. Li ser giliyan Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê serok û endamên lijneya sandoqan da lêpirsîn da destpêkirin û agahiyên ku têkiliya gumanbaran bi FETOyê ra heye, hatin dîtin.

Di çarçoveya lêpirsînê da lêkolîn hatin kirin û ji 43 gumanbarên ku heta niha hatine tesbîtkirin jê 2 gumanbar wek bikarhênerên ByLocka bernameya agahdarkirinê ya bikrîpto hatin tesbîtkirin.

Ji gumanbaran 41 kesan jî bi telîmata serkirdeyê FETOyê Fetullah Gulen pere razandine ser hesabê xwe yê Bank Asyayê.

Di lêkolînê da derket holê ku 41ê gumanbaran endamtiya wan a sendîqaya piştgirê FETOyê heye, ya yekî jî di qeyda wî ya SGKyê da derket holê ku di şirketeke piştgirê FETOyê xebitiye.

Di çarçoveya lêpirsîna edlî da lêkolîn dewam dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE