Di lêpirsîna bûyerên 6-8ê Cotmehê de 17 kes hatin girtin

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Ankarayê ya der barê çalakiyên Kobaniyê da ji 20 kesên ku hatibûn binçavkirin 17 kes hatin girtin.

Di lêpirsîna bûyerên 6-8ê Cotmehê de 17 kes hatin girtin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên bi mehneya Kobanê ya sala 2014an da qewimîn da lêpirsîn dabû destpêkirin û di vê çarçoveyê da ji 20 gumanbarên hatibûn binçavkirin 17 kes hatin girtin.

Gumanbarên binçavkirî piştî ku li Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê karê wan qediya şandin edliyeyê û li wê derê îfade dan dozgerê komarê yê lêpirsînê birêva dibe.

Dozger piştî îfade hildanê bi daxwaza girtinê hemû gumanbaran sewqî dadgeha ceza sulhê ya nobedar kir.

Dadgehê ji gumanbaran der barê Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Dîlek Yagli, Gunay Kubîlay, Zekî Çelîk, Alî Urkut, Pervîn Oduncu, Alp Altinors, Berfîn Ozgu Kose, Cîhan Erdal, Ayhan Bîlgen û Îsmaîl Şengun da biryara girtinê da.

Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25ê Îlonê da der heqê çalakiyên 2014an ên bi hinceta Kobaniyê hatin lidarxistin da lêpirsînek da destpêkirin û ji bo 82 bersûcan biryara binçavkirinê derxist, di çarçoveya lêpirsînê da li 7 bajaran operasyon hatibû kirin û 20 gumanbar bi destê ekîbên têkoşîna terorê hatibûn binçavkirin. Hevserokên Giştî yên HDPyê yên berê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu jî di çarçoveya vê lêpirsînê da girtî ne. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE