Di lêpirsîna danezana 104 amîralên malnişîn de 14 gumanbar sewqî edliyeyê kirin

Di lêpirsîna danezana 104 amîralên malnişîn de 14 gumanbar sewqî edliyeyê kirin

Di lêpirsîna danezana 104 amîralên malnişîn de piştî karûbarê wan a li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê 14 gumanbar ji edliyeyê re hatin sewqkirin.

Di çaçoveya lêpirsîna "Danezana Montroyê" ya 104 amîralên malnişîn de ya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê diajo, karûbarên gumanbaran Ergun Mengi, Atilla Kezek, Alaettin Sevim, Ramazan Cem Gurdeniz, Nadir Hakan Eraydin, Bulent Olcay, Kadir Sagdıç, Türker Erturk, Turgay Erdag, Ali Sadi Unsal, Engin Baykal, Cemil Şukru Bozoglu, Mustafa Ozbey û Atilla Kiyat, li Rêveberiya Ewlekariya Enqereyê qediya. 

Ekîbên Rêveberiya Şaxa Dije Terorê piştî kontrola tendirustiyê gumanbar birin Edliyeya Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê daxuyaniya 104 amîralên malnişîn de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Serdozgeriyê gotibû 4ê Nîsana 2021ê li ser medyaya civakî û hin malperên înternetê daxuyaniyeke bi navê "Ji 104 amîralan danezana Montroyê" hat parvekirin ku derbarê kesên daxuyanî amade kirine û yên bi wan ra eleqedarin lêpirsîn hat destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE