Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna daxuyaniya hin amîralên teqawid da 6 jê amîral û yek jî general bo îfadeyê gazî 7 gumanbaran kir.
Li gor agahiya hat hildan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna "Danezana Montroyê" da ya ku 104 amîralên teqawidbûyî dabûn der barê 7 gumanbaran da lêpirsîn da destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji 6 jê amîralên teqawidbûyî û yek jî generalê teqawidbûyî ku li Stenbol, Mugla, Antalya û Enqereyê rûdiniştin ra teblîxat hat şandin û ji wan hat xwestin ku bila hefteya pêş werin Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê û îfadeyê bidin.
AA