"Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin"

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind Sadî Guven der barê hilbijartina Stenbolê da got: ""Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin"

"Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin"

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven li ber avahiyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind daxuyanî da rojnamevanan.

Guven der barê hilbijartina Stenbolê da axivî û wiha got: "Hilbijartina Stenbolê ne hilbijartineke nû ye, hilbijartina nûkirinê ye, ji ber vê emê lîsteyên sandiqan ên me bi kar anîbûn dîsa bi kar bînin."

Serokê YSKyê Guven ji bo hilbijêran jî wiha got: "Ew kesên di 31ê Adarê da mafê wanê bikaranîna rayê hebûn wê di 23yê Hezîranê da dîsa xwedî mafê bikaranîna rayan bin."

- "Di lîsteyên hilbijêran da wê tu rojanekirin neyê kirin" 

Guven ji bo lîsteya hilbijêran got wê tu rojanekirin neyê kirin û wiha dewam kir: "Yên ku dibêjin min navê xwe di lîsteyê da nedît, îro piştî nîvro wê di hilbijartina 23ê Hezîranê da li ku, kîjan sandiqê ray bidin wê bikaribin bibînin. Bi tenê serokên lijneya sandiqan wê biguherin, ji xêncî wê tu guherîn wê çênebe."

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Gulan 2019, 11:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE