Di Lûtkeya Sêalî de yekîtiya axa Sûriyeyê hat destnîşankirin

Di danezana hevpar a Lûtkeya Sêalî da serdestî, serxwebûnî, yekîtî û bihevrabûna axa Sûriyeyê û teahûda hêzdar a prensîbên NYyê hat destnîşankirin.

Di Lûtkeya Sêalî de yekîtiya axa Sûriyeyê hat destnîşankirin

Piştî Lûtkeya Sêalî ya bi mijara Sûriyeyê ya ku bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî li Koşka Çankayayê hat kirin danezana hevpar hat weşandin.

Di danezanê da hat ragihandin ku di Lûtkeya Sêalî da li ser rewşa rojane ya li sehayê ya li Sûriyeyê sekinîn û geşedanên ku piştî civînên dawîn ên li Soçiyê di 14ê sibata 2019an da hatin kirin di ber çavan ra derbas kirin û li gor peymanên di navbera wan da biryardariya ji bo xurtkirina kordînasyona sêalî hat dubarekirin.

Di danezanê da hat gotin ku "Serdestî, serxwebûnî, yekîtî û bihevrabûna axa Sûriyeyê û teahûda hêzdar a prensîbên Şerta Neteweyên Yekbûyî (NY) hat destnîşan kirin." û hat gotin ku divê di asta navneteweyî da hember van prensîban rêz bigirin û bêyî ku lê binêrin ka kî çêkiriye tu kirin divê van prensîban xira neke.

Hat ragihandin hat teyîtkirin ku biryara bi nimreya 497 a Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) di serî da hikmên biryarên NYyê yên eleqedar ên ku dagirkirina Golana Sûriyeyê red dike jî di nav da divê hember biryarên hiqûqa navneteweyî yên ku herkes nas dikin rêz bê girtin û hat gotin ku "Biryara Amerîkayê ya der barê Golana dagirkirî ya ku hiqûqa navneteweyî îxlal dike û ewlehî û aştiya herêmî tehdîd dike hat şermezarkirin."

Di danezanê da hat gotin ku êrîşên eskerî yên Îsraîlê yên dijî Sûriyeyê îstiqrarê xira dikin, serdestî û yekîtiya axê îxlal dikin û rageşiya li herêmê zêde dike.

- "Dijî derketina rojevên cudaxwaz ên ku ewlehiya neteweyî tehdîd dikin"

Hat destnîşankirin ku ewlehî û îstiqrara li bakurê rojhilatê Sûriyeyê encax li ser bingeha rêzgirtina yekîtiya ax û serdestiya welat dikarin pêk bînin û hat destnîşankirin ku di mijara kordînekirina van hewldanan da li hev kirin.

Di danezanê da hat nirxandin ku "Li Sûriyeyê teşbûsên birêvebiriyên xweser ên nemeşrû jî di nav da her cure teşebûsên ku dê li Sûriyeyê di bin dilqê têkoşîna dijî terorê da li serhayê berayiyên nû derxînon holê hatin redkirin." û hat gotin biryardar in ku dijî rojevên cudaxwaz ên armanca wan ew e ku yekîtiya ax û serdestiya Sûriyeyê qels bikin û ewlehiya neteweyî ya welatên cîran tehdîd dikin bisekinin.

Serok bi berfirehî li ser rewşa Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê sekinîn û biryardariya xwe ya ji bo ku di serî da muxtiraya di 17ê îlona 2018an hemû peymanên der barê Îdlibê da bi hemû hêmanên xwe bên tetbîqkirin divê sikûnet bê pêkanîn destnîşan kirin.

- Serok ji bo kêmkirina îxlalan mutabiq man"

Serokan gotin wek berdewama rageşiya zêde dibe ji ber xetereya ku dibe rewşa mirovî ya li herêmê û hawirdora wê xirabtir bibe ditirsin û ji bo kêmkirina îxlalan di avêtina pêngavan da mutabiq man.

Serokan fikara mezin a ji ber ku rêxistina terorê "Heyet Tehrîr Şam" hebûna xwe ya li herêmê zêde dike anîn ziman û biryardariya xwe ya ji bo ku hemû kesî komî teşebûs û pêkhateyên bi rêxistinên terorê yên wekî DEAŞ, Eniya Nusrayê û El Qaîde û DEAŞ û yên din ên ku KENY wan wekî terorîst bi nav dike bi temamî ji holê bên rakirin hevkariya xwe bidomînin.

Serokan li hev kir ku li gor hiqûqa mirovî ya navneteweyî gelê sivîl bê parastin, ewlehiya personelên eskerî û cihên çavdêriyê yên garantoran ên li nav Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê û yên dervayî wê bê pêkanîn li ser bingeha peymanên berdest tevdîrên berbiçav bistînin.

- "Îxtilaf bi serkêşî û mazûvantiya Sûriyeyiyan da dikare xilas bibe"

Hat teyîtkirin ku ji bo îxtilafa Sûriyeyê çareseriya eskerî nabe û îxtilaf bi tenê bi serkêşiya Sûriyeyiyan û mazûvantiya wan, bi hêsankeriya NYyê li gor biryarên KENYyê yên bi nimreya 2254 bi rêya pêvajoya siyasî dikarin xilas bikin.

Serokan kêfxweşiya ji ber bi serkeftî temambûna xebata der barê pêkhatina Komîteya Destûra Bingehîn anîn ziman û piştgirî didin hewldanên Geîr O.Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Sekreterê Giştî yê NYyê yên der barê prensîbên usûlê da di nav aliyên Sûriyeyî da pêkanîna peymanê.

Serokan diyar kir ku li gor biryarên Kongreya Diyaloga Navneteweyî ya Sûriyeyê ya ku li Soçiyê hat lidarxistin amade ne ji bo ku Komîteya Destûra Bingehîn li Cenevreyê dest bi xebatên xwe bike.

- Hewcehiya zêdekirina alîkariya mirovî hat destnîşankirin

Serokan hewcehiya zêdekirina alîkariya mirovî ya ji bo Sûriyeyiyan destnîşan kirin.

Di danezanê da hat ragihandin ku li ser daweta Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê biryar hat dayîn ku Lûtkeya Sêalî ya muteaqîb li Komara Îslamê ya Îraê bê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE