AK Partiyê ji bo hilbijartina herêmî hemû namzedên xwe aşkere kirin. niha haziriyên dawî tên kirin. manîfestoya hilbijartinê jî wê sibê bê îlankirin. Serok Erdoğan wê hişmendiya xwe ya derbarê şaredartiyê de, bi 11 xalan ragihîne. slogana vê hilbijartinê ya AK Partîyê “hezkirina memleket divê ji dil bê” ye. AK Partî bi vê sloganê, wê heyama ku Serokkomar Erdoğan Şaredarê Stenbolê bû bi bîr bixe.
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahir Ünal: Bi kurtasî, manîfestoya me ji 11 xalan pêk te. Serokkomarê me wê bang li namzedan bike û derbarê şeradartiyê de hişmendiya xwe ragihîne. Di rastiyê de gava em behsa ‘şaredartiya ji dil’ dikin, em gotinê tînin ser Serokkomar Erdoğanê ku di sala 1994an de şaredarê Stenbolê bû. Em ê behsa çîroka wî bikin. Lewra bi wî re Stenbol û Tirkiye guherî..”