Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan mêvanê weşana hevpar a TRT'ê bû. Serokkomar Erdoğan, pirsên rojnamegeran bersivand.
Ji daxuyaniyên Serok Erdoğan;
Erdoğan:'' (Peymana ji bo sewqiyata dexl û dan)'' Em li bendê ne ku her kes li ser soza xwe bisekine û li gorî berpirsyariya xwe tevbigere.
Erdoğan:'' (Muhtiraya İsveç-Finlandiya û NATO'yê) Me bi israr bi bîr xist ku wê bi tu awayî tu piştgirî ji PKK/PYD/YPG û FETOyê re neyê dayîn û ev xeta me ya sor e. Me got, bila tu kes li vir ji me tawîzan hêvî neke. Li gorî min encama herî girîng a lûtkeyê ev e.''
Erdoğan: ''Suriye bûye mala rêxistinên terorê. Lewma divê hem Rusya û hem jî İran li dijî Suriyeyê helwestekê nîşan bidin.''
Erdoğan: ''(Gavên provokatîf yên Yunanistanê) Qey em ê ji Yunanistanê re bêjin tu çi dixwazî wî bike? Çi hewce be dema wext û saeta wî hat em ê wî bikin.
Erdoğan: "(Êrîşa li Duhokê) Bi vê êrîşê me careke din rûyê rastîn yê PKK'ê dît.''
Erdoğan: ''(Geşedanên Aboriyê) Pandemî û şer bû sedema enflasyona gerdunî. Em hewl didin ku bihayê her tiştî dakeve. ''