"Di mehaneya sereke ya hekîmên me yên malbatê da zêdebûn wê bê kirin"

 "Pergala belavkirina sermayeya dicivîne ya Wezareta Tenduristiyê wê veguhere şiklekî wisa ku nexweşxaneyeke ji sermayeya dicive pereyan hilnade wê nemîne."

"Di mehaneya sereke ya hekîmên me yên malbatê da zêdebûn wê bê kirin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Hewcedariya vî welatî bi hekîman heye. Ewladên vî welatî yên herî bijarte di fakulteyên tipê da, di nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdeyê da digîhîjin û gelempêrî di kamuyê da wezîfeyê dikin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Milet ya Beştepeyê beşdarî bernameya ku ji ber 14ê Adarê Cejna Tipê hat lidarxistin bû û cejna hemû doxtor û xebatkarên tenduristiyê pîroz kir.

Ji bo doxtorên diçin dervayî welêt Erdogan wiha got: "Bê şik ewên ku bi vê hişmendiyê tevdigerin wê di demeke ne ewqas dirêj da dîsa wê vegerin welêt."

Erdogan behsa zêdekirina mehaneya xebatkarên tenduristiyê kir û wiha axivî: "Di mehaneya sereke ya hekîmên me yên malbatê da zêdebûn wê bê kirin. Zêdekirina ku me di mehaneya xebatkarên tenduristiyê da kir wê tesîrê li ser teqawîdbûna wan jî bike."

Serokomar Erdogan behsa pergala belavkirina sermayeya dicivîne kir û wiha dewam kir: "Pergala belavkirina sermayeya dicivîne ya Wezareta Tenduristiyê wê veguhere şiklekî wisa ku nexweşxaneyeke ji sermayeya dicive pereyan hilnade wê nemîne. Ji budçeya rêvebiriya navendî ji bo pereyên performansê bên dayîn çavkaniyeke cuda wê pere bên dayîn ku pereyê zêde ya xebatkarên tenduristiyê ji wir bê dayîn. Pereyên zêde yên sabît yên xebatkarên tenduristiyê wê li ser budçeya rêvebiriya navendî bê zêdekirin ku bi bordroyeke tekane va mehaneya wan bikaribe bê dayîn."

 Der barê lêpirsînên ji bo muayene, teşhîs û tedawiyê ya hemû xebatkarên tenduristiyê da jî wiha got: "Lêpirsîna cezayê ya der barê muayene, teşhîs û tedawiyê ya hemû xebatkarên tenduristiyê da divê bê destpêkirin wê girêdayî destûra lijneyê be."

Erdogan anî ziman Tirkiye gihîştiye asteke bilind û wiha avixî: "Welatê me êdî derketiye lîga herî jor a dinyayê. Vêga em têdikoşin ku di vê lîgê da jî bibin yekemîn."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE