"Di meseleya F-35an da me berpirsyariya xwe bi temamî bi cî aniye"

Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir: "Di meseleya F-35an da heta îro me pereyê xwe daye û berpirsyariya xwe bi temamî bi cî aniye."

"Di meseleya F-35an da me berpirsyariya xwe bi temamî bi cî aniye"

 Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir: "Di meseleya F-35an da heta îro me pereyê xwe daye û berpirsyariya xwe bi temamî bi cî aniye." 

Demir di çarçoveya protokola Wezareta Perwerdeya Neteweyî û Endezyariya Teknolojiyên Parastinê û Ticaretê ya STMyê da beşdarî xebatên ji bona mamosteyên meslekî tên kirin bû û der barê geşedanên li ser bernameya F-35an da axivî.

Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir destnîşan kir di meseleya F-35an da heta îro pereyê xwe dane û berpirsyariya xwe bi temamî bi cî anîne.

Îsmaîl Demir destnîşan kir biryara sekinandinê yekalî ye û wiha got: "Ev biryar di peymanan da tuneye. Em li bendê ne ku bikeve fermiyetê. Peyva sekinandinê derbas dibe, peyva derxistinê tuneye. Dibe hin hikmên derxistinê hebin, ew di dewrê da nînin." 

Serokê Pîşesaziya Parastinê Îsmaîl Demir diyar kir heger Tirkiye bê derxistin serê balafirê maliyeteke ku ji 7-8 milyon dolarî zêdetir e wê çêbibe.

Îsmaîl Demir destnîşan kir Tirkiye wê hemû alternatîfan binirxîne û got ku her cure opsiyon di rojevê da ne.

Demir der barê projeya Balafira Şer ya Neteweyî da diyar kir proje bi lezûbez dewam dike û got ku wê ev proje hê leztir bibe.AA

Dîroka nûkirinê: 19 Tîrmeh 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE