"Di nav dilê Sêwasê da nîfaq tuneye hestên yekîtî û biratiyê hene"

"Di nav dilê Sivasê da nîfaq tuneye hestên yekîtî û biratiyê hene. Tevgereke siyasî li vir neyê qebûlkirin li tevahiya welêt mimkûn nîne ku bi ser bikeve."

"Di nav dilê Sêwasê da nîfaq tuneye hestên yekîtî û biratiyê hene"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Em piştî sedsaleke din cardin dubare dikin ku manda û himaye nayê qebûlkirin."

Erdogan li Meydana Cumhûriyetê beşdarî bernameya pîrozkirina salvegera 100emîn ya Kongreya Sêwasê bû û xitabî gel kir.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da diyar kir di nav dilê Sêwasê da nîfaq tuneye hestên yekîtî û biratiyê hene û got ku tevgereke siyasî heger li vir neyê qebûlkirin li tevahiya welêt mimkûn nîne ku bi ser bikeve.

Erdogan diyar kir piştî sedsaleke din cardin dubare dikin ku manda û himaye nayê qebûlkirin û wiha got: "Di nav sînorên neteweyî da welat yek e. Welat, ala, dewlet, gel û îstiqlala me şeref û namûsa me ye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir wê hemû dafikên ku dijî destkeftî û hedefên Tirkiyeyê hatine danîn xira bikin û wiha axivî: "Em ê bibêjin ku 'Yan em ê bibin yan em ê bimirin' û ji vê rêya pîroz a ku em ketinê tu carî venegerin."

Erdogan diyar kir hemû destên ku dirêjî welatê wan, alaya wan û îstiqlala wan bûne şikande û got ku em ê dîsa jî bişikînin.

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da eşkere kir ku heta Eyda Remezanê dê Trêna Bilez bigihînin Sêwasê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE