Piştî hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Tirkmenistanê Gurbangulî Berdîmuhamedov ya li Koşka Oguzhanê hin peyman hatin îmzekirin.
Danezana hevpar a Serokomarê Tirkiyeyê û ya Serokê Dewleta Tirkmenistanê ji hêla Erdogan û Berdîmuhamedov va hat îmzekirin.
Peymana di navbera Saziya Televizyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (TRT) û Komîteya Dewletê ya Televizyon, Radyo û Sînemayê ya Tirkmenistanê ji hêla Midûrê Giştî yê TRTyê Mehmet Zahîd Sobaci û Serokê Komîteya Dewletê ya Televizyon, Radyo û Sînemayê ya Tirkmenistanê Arslan Aşîrov va hat îmzekirin.
Peymana di navbera TRT û Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Tirkmenistanê jî ji hêla Midûrê Giştî yê TRTyê Mehmet Zahîd Sobaci û Serokê Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Tirkmenistanê Merdan Gazakbayev va hat îmzekirin.
- Di navbera AA û Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Tirkmenistanê da jî peyman hat îmzekirin
Di navbera Ajansa Anadoluyê (AA) û Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Tirkmenistanê da jî peymaneke hekariyê hat îmzekirin.
Midûrê Giştî û Serokê Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz û Serokê Ajansa Nûçeyan a Dewletê ya Tirkmenistanê Merdan Gazakbayev peyman îmze kirin.
Di qada tenduristiyê da jî Peymana Hevkariya Tenduristî û Zanistên Tipê ji hêla Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Muş û Wezîrê Pîşesaziya Dermanan û Parastina Tenduristiyê yê Tirkmenistanê Nurmihemed Amannepesov va hat îmzekirin.
Ji bilî vê di qada perwerde, werziş, aborî û karên derva da jî peyman hatin îmzekirin.AA