Di navbera Türkiye, Swêd û Fînlandiyayê de der barê pêvajoyên endamtiya NATOyê yên Fînlandiya û Swêdê da memoranduma sêalî hat îmzekirin.
Di hevdîtina çaralî ya di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de Swêd û Fînlandiyayê peyman da Tirkiyeyê ku di têkoşana dijî PKKê de hevkarê Türkiyeyê bin û nebin piştevanê PYD/YPG û FETOyê.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg ragihand ku ji bo beşdariya Swêd û Fînlandiyayê bo NATOyê digel Tirkiye mitabeqet hat kirin, dê fikarên Tirkiyeyê ji holê rakin.
Stoltenberg destnîşan kir ku ji îmzakirina memorandûma sêalî ya di navbera Türkiye, Swêd û Fînlandiyayê kêfxweş e û ragihand ku dê lîderên welatên endamên NATOyê sibe birayara dawetkirina Swêd û Fînlandiyayê bo NATOyê bidin.
Danezana Hevpar
Ji danezana hevpar a Türkiye, Swêd û Fînlandiyayê de wiha hat gotin, "Fînlandiya û Swêd êrîşên hemî rêxistinên terorê yên li dijî Türkiyeyê bi awayekî safî û vekirî şermezar dikin."
Türkiye, Fînlandiya û Swêdê bi mebesta rêgiriya li fealiyetên rêxistinên terorê biryar dan ku hevkariya xwe zêdetir bikin. Fînlandiya û Swêd dê agahî, delîl û îstixbarata Türkiyeyê berbiçav bigire û derbarê gumanbarên terorê daxwazên deresînorkirin û îadeyan xurt cîbicî bike. Fînlandiya û Swêd dê li dijî komkirina pera û hemî fealiyetên ji bo PKKê û dûvikên wê lêpirsînê bide destpêkirin û wan qedexe bike. Türkiye piştevaniya xwe ya vekirî ji bo polîtîkaya deriyê vekirî ya NATOyê û ji bo dawetkirina Fînlandiya û Swêdê bo nav NATOyê di Lûtkeya Madrîdê de teyîd dike.
AA