Di nexweşxaneyên bajêr da aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê TURKOVAC tê kirin

Di nexweşxaneyên bajêr da aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê TURKOVAC tê kirin

Aşiya xwemalî ya Kovîd-19ê TURKOVAC ya ji bo bikaranînê acil hat pesendkirin li tevahiya welêt di nexweşxaneyên bajêr da tê bikaranîn.

Li beşa Nexweşxaneya Giştî ya Nexweşxaneya Bajêr ya Enqereyê dest bi aşîkirina TURKOVACê hat kirin.

Serê sibê gelek welatî hatin ku aşî bibin, li 10 odeyên nexweşxaneyê da aşî tê kirin.

Hat daxuyandin heke hejmara welatiyên tên aşiyê zêde bibe, hejmara odeyan jî wê bê zêdekirin.

Gazî Koçê aşiya TURKOVACê li xwe xist got wî beriya vê du doz aşiya BioNTechê li xwe xistiye û wiha axivî: "Duh Wezîrê mê yê Tenduirstiyê Fahrettin Koca jî aşiya TURKOVACê li xwe xist. Ez jî baweriya xwe bi mamosteyên me yên Tirk tînim û min aşiya xwemalî li xwe xist."

Fatîh Topaloglu jî got beriya vê wî aşiya Sinovacê li xwe xistiye û niha jî wî aşiya TURKOVACê li xwe xistiye û ew pêşniyazê her kesî dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE