Wezareta Parastina Neteweyî ragihand di Operasyona Pencik-Kilîtê da heta niha 369 teqemeniyên desteçêkirî yên rêxistina terorê hatin îmhekirin, 81 sitargeh û şikeft jî hatin bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, Operasyona Pencik-Kilîtê ya li bakurê Iraqê ji bo berterefkirina êrîşên terorê û ewlehiya sînor hatiye destpêkirin wek ku hatiye plankirin dewam dike.
Qomando û hêzên taybet merheleya ewil a operasyonê bi serkeftî temam kirin û gihîştên hedefên ku hatibûn diyarkirin.
Esker yek bi yek dikevin şikeft, sitargeh û qaşo baregehên terorîstan û gelek çek û melzeme jî bi dest dixin.
Ji 17ê nîsana ku operasyonê dest pê kiribû heta niha 369 teqemeniyên desteçêkirî yên rêxistina terorê hatin îmhekirin, 81 sitargeh û şikeft , 94 çekên giran û ji 20 hezarî zêdetir muhimatên çekên giran jî hatin bidestxistin.
Di şikeftan da xurek û melzemeyên jiyanê, jenerator û televîzyon jî di nav da gelek alav derketin.
Di operasyonê da heta niha 57 terorîst hatin berterefkirin.
AA