"Di pîşesaziya berevaniyê da em ê asta rêjeya xwemalîbûnê bilind bikin"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ji bona pergala berevaniya esmanî ya moşekî ya neteweyî ava bikin me xebat dane destpêkirin."

"Di pîşesaziya berevaniyê da em ê asta rêjeya xwemalîbûnê bilind bikin"

Serokê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ji bona pergala berevaniya esmanî ya moşekî ya neteweyî ava bikin me xebat dane destpêkirin."

Erdogan di Merasima Vekirinê ya Binesaziya Pêşvabirina Teknolojiya Neteweyî da axivî.

Serok Erdogan destnîşan kir di her warên berevanî, rêhewa û teknolojiya fezayê da Tirkiye xurt dibe û êdî roleke mezin digire û wiha got: "Di pîşesaziya berevaniyê da em ê asta rêjeya xwemalîbûn û neteweyîbûnê ku ji sedî 65 e, bilind bikin."

Erdogan diyar kir di salên dawîn da êrîşên dijî Tirkiyeyê zêde bûne û got em dizanin ku sedemeke van êrîşan jî ew e ku bertek nîşanî polîtîkayên me yên serbixwe didin û wiha dewam kir: "Em ê hewldanên neteweyî ku me di warê pîşesaziya neteweyî da dane destpêkirin bidomînin û bigihêjin hedefa Tirkiyeya serbixwe û bihêz."

Serok Erdogan destnîşan kir îro sektora pîşesaziya parastinê ji xeynî bi hezaran şirketan bi beşdariya KOBÎ, saziyên lêkolînê û zanîngehan gihîştiye rewşeke neteweyî.

Erdogan diyar kir ji bona pergala parastina moşekan ya esmanî ya neteweyî ava bikin xebat dane destpêkirin û wiha got: "Bila pergala parastinê ya moşekan ya esmanî ya neteweyî ku me bi navê 'kozik' daye destpêkirin bi xêr be."

Serok Erdogan diyar kir di roja me da ji bo ku em serxwebûnê li ser temelên saxlem bidin rûniştin, divê em di hemû qadan da teknolojiya xwe pêşva bibin û wiha axivî: "Xwemalî, neteweyî... Wek di pîşesaziya berevaniyê di her qadê da divê em bibin welatekî têra xwe dike, teknolojiyê çêdike, pêşva dibe û îxracê dike, jibilî vê tu rêyek tune."

Erdogan destnîşan kir ÎHayên xwe jî SÎHAyên xwe jî çêkirine û got nika hê jî pêşda diçin, înşeallah em ê wê jî di nava 2019an da çêbikin, navê wê nika nebêjim."

Serok Erdogan diyar kir ji bo tevkariyê bidin projeyên ji bo welatê me stratejîk in em bernameyên teşwîqê amade dikin ku zanyar û pisporên me vegerin welêt.

Erdogan got ku ji hêla ewlehiya me ya neteweyî di mijarên krîtîk û acil da sazî û burokratên me yên ku biisrar amûrên biyanî dixwazin wê ji hêla min va bên şopandin, bila ev bê zanîn.

Serok Erdogan di berdewamiya xeberdana xwe da wiha got: "Di projeyekê da heke xebata saziyên me yên xwemalî hebin dibê miheqeq wana tercih bikin û piştgiriyê bidin wan. Heke xebat têrê neke jî ji bo were pêşxistin dibê îmkan werin dayîn."

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE