"Di pêvajoya serbestiya vîzeyê da ji 72 krîteran 66 hatin temam kirin"

 "Me di pêvajoya serbestiya vîzeyê da ji 72 krîteran 66 jê temam kirine."

"Di pêvajoya serbestiya vîzeyê da ji 72 krîteran 66 hatin temam kirin"

Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em rikê kesên hewl didin ku Tirkiyeyê biavêjin derveyî malbata Ewropayê va bi israr di rêya xwe de dewam dikin."

Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê ji bo Civîna Koma Çalakiya Reformê serokatî kir.

Serok Erdogan got, "Piyên 'îdiaya temsîla nirxên damezrîner' a Yekîtiyeke Ewropayê ya ku Tirkiye tê da wek endamê tam cî nagire mehkûm e ku ji erdê negire."

 "Me di pêvajoya serbestiya vîzeyê da ji 72 krîteran 66 jê temam kirine"

 Erdogan derbarê serbestiya vîzeyê û YEyê de wiha got, "Me di pêvajoya serbestiya vîzeyê da ji 72 krîteran 66 jê temam kirine. Em ê ji bo 6 krîterên mayî pêngavên ku dikarin biavêjin di demeke herî kurt da biavêjin û bibînin ka Yekîtiya Ewropayê di serbestiya vîzeyê da çiqas samîmî ye."

Serok Erdogan wiha pê de çû:

"Pêşxistina maf û azadiyên bingehîn ên welatiyê me ji bo me pêşaniya ewil e. Em ê ji bo pêngavên ku divê di vê çarçoveyê da bên avêtin ra hewce bike nabêjin krîterên Kopenhagê dê bibêjin krîterên Enqereyê û rêya xwe de dewam bikin."

- "Nûkirina Yekîtiya Gumrikê kêrî yekîtiyê jî tê"

Erdogan behsa Yekîtiya Gumrikê kiw û wiha got, "Nûkirina Yekîtiya Gumrikê ne tenê ji bo Tirkiyeyê ye kêrî yekîtiyê jî tê. Xebatên analîza tesîrê vê bi awayekî berbiçav nîşan didin. Di 20emîn salvegera ku Tirkiye li Helsînkiyê bi awayekî fermî namzed hat nîşandan da divê em giraniya xwe bidin ser xebatên geşkirina 'Rihê Helsînkiyê'. Endamtiya YEyê di hevkêşeya ku her du alî jî biqezenc derdikevin da watedar e. Tu kes nikare Tirkiyeyê mecbûrî qebûlkirina hevkêşeyeke ku dê jê bi zirar derkeve bike."AA

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 09:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE