Di rojeva Meclisê de çi heye?

Vê heftê jî rojeva Meclisê têr û tıjî ye...

Di rojeva Meclisê de çi heye?

Pêşniyaza ji bo guhertına sîstema bankgeriyê dê were ber Meclisê. Her wiha qanûna notirvanan û pakêta nû ya aboriyê jî vê heftê wê li Meclisê were nirxandin.

Vê heftê derbarê sektora bankgeriyê de wê biryarên girîng bên stendin.

Li Lijneya Giştî wê derbarê bankgerî û piyesaya sermayeyan de verastkirin bên kirin. Ji bo verastkirinan jî wê pêşniyazek were ber meclisê.

Bi vê pêşniyazê wê li dijî xapandinên li ser bazara fînansî kirdarî werin kirin.

Bi verastkirina nû daneyên şexsî yên muşteriyan wê zêdetir bên parastin. Û dane wê wek “nepeniyên mûşteriyan” werin binavkirin.

Bankgeriya şirîkatiyê wê were pêşxistin. Bankên pêşketin û veberhênanê wê karibin wek bankên şirîkatiyê fonên bêfaîz bidin bikaranîn.

Banka navendî wê mesref û komîsyonên bakan diyar bike.

Verastkirina li ser notirvanan jî wê were rojeva lijneya giştî. Bi pêşniyazê wê şert û rayeyên 30 hezar notirvanî ji nû ve werin diyarkirin.

Notirvan wê bikaribin pirsa nasnameyan bikin, çekan hilgirin û kesan kontrol bikin.

Amadehiya besteka aboriyê jî qediya. Tê payîn pêşniyaza nû vê hefteyê pêşkêşî meclisê bê kirin.

Verastkirina nû wê firotina çekan a li ser înternetê bide cezakirin.

Welatiyên ku li derve dijîn jî wê karibin teqawîdiya şexsî bikin.

Piştgiriya 75 lîreyî ya ji bo mûçeya kêmtirîn jî dê bibe qanûn.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE