Di rojeva Meclisê de çi heye?

Meclis dê pêşniyaza teşwîqa mehaniya kêmtirîn binirxîne

Di rojeva Meclisê de çi heye?

Vê hefteyê parlamenter dê li ser verastkirina heqên xerîdaran bipeyîvin. Li gorî wê, kesên ku tiştên nebaş bifiroşin dê cizayê bixwin. Komisyona plan û bûdçeyê jî dê li ser teşwîqa mehaniya kêmtirîn bipeyîve…

Silametiya tiştên firotinê, guherandina qanûna nobedaran û teşwîqa meaşa herî kêm…

Parlamenter dê vê hefteyê li ser van meseleyan bişêwirin…

Di Meclisê de pêşî verastkirina ewlehiya berheman dê were nirxandin.

Heke ew qebûl bibe, ji niha û şûn de kesên ku tiştên nebaş difiroşin dê cirme bidin.

Esnafên ku eşyayên nebaş bînin ser dikanên xwe dê cizayê bixwin.

Mişterî jî dê karibin tiştên xirabe bi rehetî li xwediyuên wan vegerînin.

Di ser de jî, heger ji ber wan berhemên xirabe zirar li xerîdaran bikeve, firmaya ku ew çê kir an jî firot, dê cirmê bide.

Ji wê û bi şûn de parlamenter derheqê pêşniyarên qanûnan ên li ser nobedarî û bankageriyê de jî wê biaxivin.

Di pêşniyazê de di înternetê de firotina çek û sîlehan, teşwîqa mehaniya herî hindik û gelek mijarên din jî hene. Parlamenter dê li ser hemûyan bipeyîvin.

Heke bê erêkirin, gaziyên wezîfe û şer, li gorî hin şertan dê du meaşan bistînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE