Di rojeva Meclisê de çi heye?

Sîstema nû ya leşkeriyê çav li rê ye ku serê hefteyê pêşkêşî Meclisê were kirin.

Di rojeva Meclisê de çi heye?

Ji bo eran leşkeriya mecbûrî dê dakeve 6 mehan. Leşkeriya biberdêl dê bibe mayînde, mehekê dê perwerdeyiya bingehîn were dayîn.

Mezûnên zanîngeha 2 salî jî wê bikaribin wek binefserên cîgir leşkeriyê bikin.

Ev pêşniyaza 63 xalî dê di destpêka hefteyê de bê Meclisê.Verastkirin dê ewil were Komisyona Parastina Neteweyî, dûvre bê Lijneya Giştî û tê plankirin ku beriya Cejna Remezanê bikeve meriyetê.

Di pergala nû de leşkeriya mecbûrî ya 12 mehan dadikeve 6 mehan. Leşker û serleşker heke bixwazin dê 6 mehên din jî bi standina meaşê leşkeriya xwe bidomînin. Derçûnên zanîngehê jî dê bikaribin wek leşker leşkeriya dema kurt bikin.

Di vê pergalê de mijara herî nû Binefsertiya Cîgir e. Derçûnên zanîngehên 2 salî jî wê piştî perwerdeya bingehîn a 2 mehan, 10 mehên mayî leşkeriya bimeaş bikin.

Piştî leşkeriya mecbûrî dê bikaribin bibin binefser jî. Di mijara leşkeriya biberdêl de jî xebat heye.

Yên ku serdanên wan ên leşkeriya biberdêl hatine qebûlkirin,piştî perwerdeya bingehîn a mehekê dê terhîs bibin. Ger ji bo leşkeriya biberdêl zêdetirî hewcedariyê serlêdan hebin dê pişk were avêtin.

Komisyona Plan û Budçeyê jî dê di vê hefteyê de gelek bixebite. Pêşniyaza yaseyên komî dê were komisyonê.

Bi vê pêşniyarê dê cizayên Pira 15ê Tirmehê werin efûkirin.

Her wiha teşwîka ji bo wesayîtên xurde jî dê ji 10 hezar lîreyî derkeve 15 hezar lîreyî.

Di Lijneya Giştî de jî wê verastkirina ji bo piştgiriya turîzmê hebe. Bi pêşniyaza 11 xalan dê veberhênanên turîzmê bi lez bibin, pêvajoya burokratîk dê kurt bibe.

Her wiha dê ji bo turîzma noqavê jî zêdetir xebat werin kirin.

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE