"Di êrîşa terorê ya li Somaliyê da yek jê Tirk 4 kes hatin kuştin"

Wezareta Karên Derva: Di êrîşa terorê ya li Somaliyê da yek jê Tirk 4 kes hatin kuştin

"Di êrîşa terorê ya li Somaliyê da yek jê Tirk 4 kes hatin kuştin"

Wezareta Karên Derva ji bo êrîşa terorê ya îro serê sibehê li Somaliyê hat lidarxistin ragihand ku yek jê welatiyê Tirk 4 kes hatin kuştin û wê êrîşa pê şirketa Tirk û xebatkarên wê wek hedef hatin hilbijartin jî şermezar kir.

Wezaretê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir bi xemgînî pê hesiyan ku îro serê sibehê li Somaliyê bi wesayîteke bombebarkirî va li ser şirketeke Tirk êrîş hat kirin û di êrîşa terorê da yek jê welatiyê Tirk 4 kes hatin kuştin.

- Di êrîşê da 4 welatiyên Tirk jî birîndar bûn

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Rewşa 4 welatiyên me yên di êrîşê da birîndar bûn jî ji nêz va tê şopandin. Em vê êrîşa bêbext a ku li hemberî xebatkarên şirketa Tirk a ji bo bi kêrî pêşketin û xweşguzariya Somaliyê karê çêkirina rêya Mogadîşû-Afgoyeyê hildabû, hat kirin bi tundî şermezar dikin û ji bo birîndaran jî şifayê dixwazin, careke din dûpat dikin ku em li cem hikûmeta Somaliyê û xelqê Somaliya dost û bira cî digirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE