Di êrîşên Ermenistanê da 47 sivîlên welatiyê Azerbeycanê hatin kuştin û 222 kes jî birîndar bûn

Serdozgeriya Azerbeycanê di daxuyaniya xwe da agahiya bûyerên ji 27ê îlonê hetanî 16ê cotmehê yên ji ber êrîşên Ermenistanê pêk hatin eşkere kir.

Di êrîşên Ermenistanê da 47 sivîlên welatiyê Azerbeycanê hatin kuştin û 222 kes jî birîndar bûn

Di êrîşên Ermenistanê bi top û fuzeyan birin ser wargehên Azerbeycanê da hetanî niha 47 sivîl hatin kuştin û 222 sivîl jî birîndar bûn.

Serdozgeriya Azerbeycanê di daxuyaniya xwe da agahiya bûyerên ji 27ê îlonê hetanî 16ê cotmehê yên ji ber êrîşên Ermenistanê pêk hatin eşkere kir.

Li gor vê di vê heyamê da 47 sivîlên welatiyê Azerbeycanê hatin kuştin û 222 sivîl jî birîndar bûn.

Di êrîşên Ermenistanê 1669 xanî, 84 apartman û 301 avahiyên dewletê bûn xirabe.

Azerbeycanê di 27ê îlonê da êrîşa dijber dabû destpêkirin

Artêşa Ermenistanê êrîşî wargehên sivîlan kiribû li ser vê artêşa Azerbeycanê di 27ê îlonê da li dijî wan êrîş dabû destpêkirin.

Artêşa Ermenistanê ya kozikên xwe da der êrîşên bi top û fuzeyan ên ser wargehên sivîlan ên li Azerbeycanê domandibû.

Di hevdîtinên li Moskovayê da Ermenistan û Azerbeycanê ji bo guherandina cinaze û hêsîrên li Qerebaxa Çiyayî biryar dabûn ku ji saet 12.00ê 10ê cotmehê pê va "agirbest" were destpêkirin.

Hê ji ser agirbestê ra 24 saet derbas nebibû ku Artêşa Ermenistanê bi fuzeyê êrîşî Genceya bajarê Azerbeycanê kiribû, di êrîşê da 10 kes hatibûn kuştin û 35 kes jî birîndar bibûn.

Duh jî di êrîşa biribûn ser merasima definkirinê ya li Terterê û sivîlên diçûn goristanê da 4 kes hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar bibûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE