Di êrîşên Îsraîlê yên li hemberi Xezeyê da 8 Filistîniyan can da

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref El Qudra bi nivîskî daxuyand piştî êrîşên Îsraîlê xebatên lêgerîn û xelaskirinê ya di bin kavilan da dewam dike.

Di êrîşên Îsraîlê yên li hemberi Xezeyê da 8 Filistîniyan can da

Di êrîşên Îsraîlê yên ji duh şev vir va li hemberi Xezeyê dike da hejmara miriyan gihîşt 8an, ya birîndaran jî bû 45.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê Eşref El Qudra bi nivîskî daxuyand piştî êrîşên Îsraîlê xebatên lêgerîn û xelaskirinê ya di bin kavilan da dewam dike.

Qudra daxuyand di êrîşên Îsraîlê yên ji duh şev vir va li hemberi Xezeyê dike da jê gelek jin û zarok hejmara miriyan gihîşt 8an, ya birîndaran jî bû 45.

El Qudra got cesedê Doxtor Eymen Ebu El Awfê li Nexweşxaneya Şîfayê dixebitî jî ji bin kavilan hat derxistin.

Wezareta Tenduristiyê: Îsraîl komkujiyê dike

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê Eşref El Qudra duh ji çapemeniyê ra vîdeoyek şandibû û gotibû Îsraîl li hemberî gelê Filistînê komkujiyê dike.

Qudra wiha gotibû: "Îsraîl sivîlên li malên xwe di nav rewşeke aram da dijîn hedef digire, malên wan xirab dike."

Îsraîl ji 10ê gulanê vir va êrîşan dike ku di van êrîşan da heta niha herî kêm 150 Filistînî hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE