"Di rêya aştiyê da ji bona çareseriya siyasî ya Îdlibê gaveke girîng hat avêtin"

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz duh li ser sînorê Sûriyeyê çû serdana yekîneyan.

"Di rêya aştiyê da ji bona çareseriya siyasî ya Îdlibê gaveke girîng hat avêtin"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Bi pêşengiya Birêz Serokomarê me, di rêya aştiyê da ji bona çareseriya siyasî ya Îdlibê gaveke girîng hat avêtin."

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar û Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz duh li ser sînorê Sûriyeyê çû serdana yekîneyan.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar der barê mutebeqata li Moskovayê hat îmzekirin da wiha got: "Bi pêşengiya Birêz Serokomarê me, di rêya aştiyê da ji bona çareseriya siyasî ya Îdlibê gaveke girîng hat avêtin."

Akar destnîşan kir ji 15ê Adarê pê va li rêbeja M4ê wê dest bi dewriyeya hevbeş bikin û got ku li ser esasên ku li seranserê rêbejê wê korîdora ewle ava bike me dest bi xebatan kir.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar diyar kir di serê hefteyê da wê heyeteke eskerî ya Rûsyayê were Enqereyê.

Akar destnîşan kir li hember binpêkirina agirbestê wê dîsa wek hêzekê bisekinin û got ku ji destpêka agirbestê heta niha binpêkirin çênebûye.

Hulusî Akar destnîşan kir geşedanan ji nêz va dişopînin û got ku dijî yekîne û ciyên me yên çavdêriyê heke êrîş çêbin em ê demildest bi tundî bersivê bidin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE