"Di sala 100emîn a Komara me da em ê Türkiyeyê têxin lîga welatên ku xwediyê vejena nukleerê ne"

Serok Erdogan: "Di sala 100emîn a Komara me da em ê Türkiyeyê têxin lîga welatên ku xwediyê vejena nukleerê ne."

"Di sala 100emîn a Komara me da em ê Türkiyeyê têxin lîga welatên ku xwediyê vejena nukleerê ne"

Serok Recep Tayyip Erdoğan û Serokê Rusyayê Putin di Merasîma Hîmdanîna Akkuyuyê de axivîn. 

Erdogan: "Di nav hêza me ya heyî da para vejena xwemalî û nûkirî gihîşt ji sedî 63,7an."

Serok Erdogan: "Hedefa me ew e ku bi hilberîna vejenê ra em vejena nukleerê ya ku bê emîsyonê dixebite û tu zirarê nade derdorê, li para vejena welatê me zêde bikin."

Serok Erdogan, "Me li Behra Reş 405 milyar mêtrekup xaza siruştî dît ev ji me ra bû gava herî girîng a biryardariya me ya Türkiyeya hêzdar û serxwebûna vejenê."

Serok Erdogan, "Di sala 100emîn a Komara me da em ê Türkiyeyê têxin lîga welatên ku xwediyê vejena nukleerê ne."

Serok Erdogan, "Em Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê bî sîstemên ewlehiyê yên serkeftî va ava dikin, li gor standardên Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî jî kontrolên xwe dikin."

Serok Erdogan, "Akkuyu NGS wê salê 35 milyar kîlovatsaet ceyranê çêke û nêzî ji sedî 10ê pêdiviya me pêk bîne."

Serok Erdogan, "Biryara ku wê hêza nukleerî li binezasiya vejenê ya neteweyî zêde bike ji bona ewlehiya peydakirina vejenê gaveke stratejîk e."

Serok Erdogan, "Em Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyuyê bî sîstemên ewlehiyê yên serkeftî va ava dikin, li gor standardên Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî jî kontrolên xwe dikin."

Serok Erdogan, "Ciwanên me yên perwerdeyê dibînin ew ê di hemû pêvajoyên santrala me ya hêza nukleerê da wezîfeyê hildin. Bi vî awayî Türkiyeyê di vejena nukleerê da taxima mêjî ava bike."

Serok Erdogan, "Saya serê binesaziya me ya tenduristiyê me helwesteke turîzmê ya bêasteng û ewledar çêkiriye û bi vê helwesta turîzmê va em îsal jî amade ne ku mêvanên xwe yên Ûris biezimînin."

Serok Erdogan, "Derfeta me çêbû ku em encamên diyaloga Tirk-Rûsan li qadê bibînin. Di pêşerojê da em dixwazin vê hevkariyê pêşva bibin."

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn: “Li Akkuyu NGSya projeya me ya hevpar heyameke nû dest pê dike."

Putîn: "Çêkirina projeya Akkuyu NGSyê wê feydeyên mezin bide ewlehiya vejenê ya Tirkiyeyê û aboriya wê zeximtir bike."

Putîn: "Li projeya Akkuyu NGSyê guh didin hemû tevdîrên ewlehiyê, ji bo proje bibe dostê hawirdorê jî çi ji destê me tê em dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE