"Di sala 2022yan da miaşê herî kêm wê 4 hezar û 250 lire be"

"Di sala 2022yan da miaşê herî kêm wê 4 hezar û 250 lire be"

Serok Recep Tayyîp Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi nûnerên karsaz û karmendan ra civîna çapemeniyê li dar xist.

Serok Erdogan diyar kir di sala 2022yan da miaşê herî kêm wê 4 hezar û 250 lire be û wiha got, "Li gor xebatkarên zewicî û hejmara zarokan ev reqam wê hê jî bilind bibe. Zêdekirina di miaşê herî kêm da ji sedî 50 ye. Bi vê zêdekirinê em biryardariya xwe nîşan didin ku em ê xebatkarên xwe li hember bihayên zêde nedin êşandin. Pereyê me eşkere ye, ew jî Lireyê Tirkan e û em ê Lireyê Tirkan bi kesî nedin bêqîmetkirin. Piştî sersalê em ê baca dahatê û baca demxeyê ya ji miaşê herî kêm tê hildan rakin. Me di maişê herî kêm da zêdekirina dîrokî kir û li berê jî me maliyeta wê ya li ser karsazan 450 lire kêm kir."
Erdogan destnîşan kir wê di demeke kurt da nediyariya ku ji ber pêlên di kurên dowîzê da di zêdebûna di bihayên tiştan da çêdibe ji holê rakin û wiha axivî, "Bi saya tevdîrên ku em ê hildin înşellah em ê di zeximkirina hawirê ewlehî û îstiqrarê da zehf pêşva herin. Em ê tevî jin, mêr, kal û pîr û ciwan û karsaz û xebatkaran pêşeroja vî welatî bi hev ra eşkere bikin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE