Di salewexta 3yemîn da dayikên Diyarbekirê bi çalakiya meşê bertek nîşanî terorê dan

Di salewexta 3yemîn da dayikên Diyarbekirê bi çalakiya meşê bertek nîşanî terorê dan

Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin ewladên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê çalakiya rûniştinê bi biryardarî didomînin.

Dayikan di salewexta 3yemîn ya çalakiyê da meşa "Em rê nadin terorê û nelet li PKKyê be" lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê ya malbatên ji ber revandina çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsyar digirin di 3yê Îlona 2019an da dabûn destpêkirin di salewexta 3yemîn da dewam dike. Malbatan di çalakiyê da dijî terorê meşiyan.

Di meşa ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik, Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Muhterem Înce, Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, Parlamnetrên AK Partiyê yên Diyarbekirê Mehdî Eker û Oya Eronat, Serokê Şaxa Diyarbekir yê AK Partiyê Muhammet Şerîf Aydin, Serokê Giştî yê Memur Senê Alî Yalçin û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî amade bûn da dayik ji ber avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê tevî pankartên di destê xwe da dest bi meşê kirin.

Ji gelek bajarên Tirkiyeyê malbatên ku zarokên wan revandine çiyê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û welatî jî beşdarî meşê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE