Di ser 12ê Îlonê ra 38 sal derbas bûn

Di ser derbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980yî ra ku di dîroka demokrasiya Turkiyeyê da wek "lekeyeke reş" cihê xwe girtiye ra 38 sal derbas bûn

Di ser 12ê Îlonê ra 38 sal derbas bûn

Di ser derbeya eskerî ya 12ê Îlona 1980yî ra ku di dîroka demokrasiya Turkiyeyê da wek "lekeyeke reş" cihê xwe girtiye ra 38 sal derbas bûn.

Derbeya 12ê Îlonê di dîroka Komara Turkiyeyê da derbeya dawîn e ku di çarçoveya ferman û komutayê da hat kirin. 12ê Îlonê bi îdam, miemeleya xerab û binpêkirina mafên mirovan va hê nehatiye jibîrkirin.

Sibeha 12ê Îlonê di radyoya TRTyê da piştî Sirûda Îstiqlalê Sirûda Herbiyeyê lê xist û paşê bi îmzeya Serokê Sererkanî û Konseya Ewlehiya Neteweyî Orgeneral Kenan Evren va danezana "yek nimre" ya Konseya Ewlehiya Neteweyî hat xwendin û ev bû destpêka derbeyê. Piştî vê danezanê 5 danezanên din hatin xwendin.

Qedemeya fermandeyê jî di derbeyê da roleke aktîf hilda ser xwe û hinceta sereke ya derbeyê wek "pirsgirêka ewlehiyê" hat nîşandan.

Meclisê di 22yê Adara 1980yî da tûra yekemîn a hilbijartina Serokomariyê kir û her çend 114 tûr dengdayîn hat kirin jî, heta roja derbeyê encam nehat eşkerekirin. Di pêvajoya derbeyê da digel vê mijarê kuştina rojanameger Abdî Îpekçî, Midûrê Emniyetê Cevat Yurdakul, Serokê Giştî yê Dîsk û Sendîkaya Maden-Îşê Kemal Turkler, Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Gun Sazak, Serokwezîrê Berê Nîhat Erîm, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Edaletê Îlhan Egemen Darendelîoglu, Parlamenterê Stenbolê yê CHPê Abdurrahman Koksaloglu, Serokê Navçeya Gazîosmanpaşayê yê MHPê Alî Riza Altinok, jina wî û keça wî wek sedemên derbeyê hatin nîşandan.

Di pêvajoya derbeyê da Suleyman Demirel Serokwezîr bû û hikûmet ji wezîfeyê hat hildan û Meclis hat fesihkirin. Piştî Makezagona 1961ê ku piştî 1970yî hat guhertin, ji holê hat rakirin û di siyaseta Turkiyeyê da serdema eskerî dest pê kir.

Rêvebiriya eskerî partiyê siyasî jî fesih kirin, Suleyman Demirel û Bulent Ecevît sirgûnî Hamzakoyê, Necemettîn Erbakan û Alparslan Turkeş jî sirgunî Uzunadayê kirin, qedexeyên siyasî kirin rewacê.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2018, 12:20
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE