"Di serî de FETO emê li hember hemî rêxistinên terorê bi berdewamî hişyar bin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ji bo Tirkiye pêrgî xiyanetên weke vê nebe, di serî de FETO emê li hember hemî rêxistinên terorê û mîhraqên fitne û fesadiyê hişyar bin."

"Di serî de FETO emê li hember hemî rêxistinên terorê bi berdewamî hişyar bin"

Serokomar Erdogan piştî ku digel hevjîna xwe Emîne Erdogan kulîlk danîn ser Abîdeya Şehîdên 15ê Temûzê li Kulliyeya Serokomariyê ji bo xizmên şehîdan, xazî û welatiyan gotarek pêşkêş kir.

Serokomar Erdogan got, "Ji bo Tirkiye pêrgî xiyanetên weke vê nebe, di serî de FETO emê li hember hemî rêxistinên terorê û mîhraqên fitne û fesadiyê hişyar bin."

Erdogan herwiha got, "Bi saya wan qehramanên me yên ku 15ê Temûzê derketin kolanan, rê dagirtin û berdan derbekaran careke din hate dîtin ku Tirkiye nayê têkbirin."

Erdogan wiha jî got,  "Xwedê şahid e, bila gelê min jî bawer be, heke wê şevê derbekar li Marmarîsê yaxud li Stenbolê ketiba hember me, ji bo ber bi şehadetê ve bimeşim, min tereddud ne dikir."

Serokomar Erdogan bal kişand ser armancên 2023yan û wiha got, "Me rêyên krîtîk li pey xwe hiştin. Nuha jî ji bo armanca me ya 2023an hindik ma."

Erdogan derbarê derbekar û piştevanên wan wiha axivî:

"Ev millet xiyanetê efû nake, xayinan jî efû nake û yên piştevanên wan jî efû nake. Çi bibe bila bibe heta ferdê dawîn ê FETOyê bê berterefkirin, heta cezayê xwe bikişînin, heta ji deftera gel bikevin, dê ev têkoşîna me bidome. Yên ku berê çek bidin gel, xwîna gel birijînin, çav berdin ala û ezana gel, yên ku hewl bidin siberoja gel reş bikin, dê neyên efûkirin."

Erdogan wiha pê de çû:

"Her kî li digel FETO, PKK yaxud rêxistinên din ên terorê behsa heq, hiqûq û edaletê bikin eşkere ye ku di serê wan de derbarê welat û gelê me armancên wan ên tarî hene."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE