"Di şerê dijî terorê da em ê desteka xwe ya ji bona Pakistanê bidomînin"

"Em ê di civînên Hêza Wezîfeyê ya Xebatên Malî da destekê bidin Pakistana ku dixwazin hildin bin zexta siyasî."

"Di şerê dijî terorê da em ê desteka xwe ya ji bona Pakistanê bidomînin"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Di navbera Birêz Trump û Netahyahu da gavê ji bo Qudsê hat avêtin û plana wek 'plana aştiyê ya sedsalê' tê nîşandan projeya dagirkeriyê ye."

Erdogan li Parlamentoya Pakistanê di civîna hevbeş ya Meclisa Neteweyî û Senatoyê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got ku me alîkariya xelkê Pakistanê ku di şerê me yê rizgariyê da ji nanê xwe ji me ra şandin ji bîr nekiriye û niha jî ji bona me Keşmîr wisa ye.

Erdogan destnîşan kir wê di civînên Hêza Wezîfeyê ya Xebatên Malî da destekê bidin Pakistana ku dixwazin hildin bin zexta siyasî û got ku di şerê dijî terorê da em ê desteka xwe ya ji bona Pakistanê bidomînin.

Serokomar Erdogan der barê Herekata Kaniya Aştiyê da destnîşan kir kesên dema tê xeberdanê demokrasî û mafên mirovan bi hêviya tu kesî nahêlin ji bo xilaskirina terorîstan seferber dibûn ô got ku lê Pakistan di vê têkoşîna mafdar da li cem Tirkiyeyê cih girt.

Erdogan diyar kir armanca hewldanên wan yên dawîn yên ji bona Îdlibê ew e ku nehêlin 4 milyon mezlûm di bin bombeyên warêlê yên rejimê da can bidin û got ku ji Libyayê hetanî Yêmenê armanca Tirkiyeyê ew e ku li herêmên lê pevçûn hene xwînê, zilmê û hêsrên çavan bide sekinandin.

Serokomar Erdogan diyar kir pirsgirêka Keşmîrê ne bi pevçûn û tundiyê encax bi edalet û heqaniyetê dikarin çareser bikin û got ku Tirkiye di meseleya Keşmîrê da wê her dem li cem edalet, aştî û çareseriya bi rêya diyalogê be.

Erdogan der barê "plana aştiyê ya sedsalê" ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu da wiha got: "Di navbera Birêz Trump û Netahyahu da gavê ji bo Qudsê hat avêtin û plana wek 'plana aştiyê ya sedsalê' tê nîşandan projeya dagirkeriyê ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE