Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan di Lijneya Giştî ya TBMMyê da sond xwar.
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Lutfî Elvan got, "Di heyama pêş da em ê îstiqrara makroekonomîk mihafeze bikin û pêşketin û îstixdamê lezgîn bikin."
Elvan di daxuyaniya xwe de ya nivîskî ya ku bi boneya destbikarbûna xwe ya di wezîfeya nû de belav kir derbarê polîtîkayên aboriyê û îstixdamê agahî dan.
Wezîr Lutfî Elvan got, "Di heyama pêş da em ê îstiqrara makroekonomîk mihafeze bikin û pêşketin û îstixdamê lezgîn bikin. Em ê bi biryardarî alîkariya pêvajoya têkoşîna dijî enflasyonê bikin. Em ê disîplîna malî biparêzin û kalîteya fînansmana kamuyê zêde bikin."
Elvan behsa projeyên nû kir û wiha got, "Em ê şert û mercên ku welatî bi hilberînê pere qezenc dikin ava bikin û ji bona bandorên Kovîd-19ê ji holê bên rakirin bernameyên civakî bidomînin. Di heyama pêş me da bandora şewba kurewî wê kêm bibe, firsendên nû wê çêbibin û wê bibe heyameke nû."
Elvan wiha pê de çû:
"Em ê îstiqrara makroekonomîk qewîn bikin di heman demê da bala xwe bidin ser veguherandineke dostê piyaseyê ya reformên mîkro. Bingeha polîtîkaya me ya aboriyê ew e ku ji bo zêdekirina îstixdam/mezinbûnê polîtîkayên zelal û hesabên wan tên dayîn ên li gor normên navneteweyî pêk bînin."
AA