Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bona teslîmata S-400an wiha got: "Tu pirsgirêk tuneye. Pêvajo wê ji vir û pê da jî baş dewam bike."
Çavuşoglu bi Ignazîo Cassisê Wezîrê Karên Derva yê Swîsreyê ra piştî hevdîtinên dualî û di nav lijneyan da li Avahiya Fermî ya Wezareta Karên Derva di daxuyaniya hevbeş ya çapemeniyê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa neqilkirina melzemeyên koma ewil ya pergala S-400î ku îro bal bi Meydana Esmanî ya Murtedê dest pê kir wiha got: "Peyman qediyaye û pêvajo dewam dike. Em van karan kordîne dikin. Destûra balafiran û destûra personelên ku wê werin, di van mijaran da pêvajo dewam dike. Jixwe Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî da. "Tu pirsgirêk tuneye. Pêvajo wê ji vir û pê da jî baş dewam bike." AA