"Di têkiliyên Tirkiye û Iraqê da heyameke teze dest pê bike"

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî piştî hat hilbijartin ji bo ziyareta dervayê welêt a ewil hat Tirkiyeyê û diyar kir ku di mijara têkiliyên Tirkiye û Iraqê da heyameke teze dest pê dike. 

"Di têkiliyên Tirkiye û Iraqê da heyameke teze dest pê bike"

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî piştî hat hilbijartin ji bo ziyareta dervayê welêt a ewil hat Tirkiyeyê û diyar kir ku di mijara têkiliyên Tirkiye û Iraqê da heyameke teze dest pê dike. 

Barzanî piştî hevdîtina bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra kir daxuyanî dan. 

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Barzanî bal kişand ku piştî hilbijartina 10ê hezîranê wekî serokê herêmê hat hilbijartin ji bo ziyareta dervayê welêt a ewil hat Tirkiyeyê û der barê hevdîtina bi Serokomar Erdogan ra wiha got: 

"Piştî ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê hatim hilbijartin ji bo ziyareta ewil hatim Tirkiyeyê. Ji ber ku bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ra hatim ba hev gelekî kêfxweş im. Me di hevdîtinê li ser pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê, Tirkiyeyê û hemû Iraqê fikr û ramanên xwe parve kirin. Me bal kişand ser mijarên ji bo herdu aliyan girîng in û bi her awayî nirxandin. Qinaeta min ew e ku di têkiliyên Herêma Kurdistanê, Tirkiyeyê û Iraqê da pêvajoyeke teze ew ê dest pê bike. Daxwaza min ew e ku ziyaret bibe sedema pêşxistina têkiliyan." 

Barzanî got Serokomar Erdogan Iraqê ziyaret bike, ew ê bibe gaveke zehf girîng. 

Barzanî got ku di navbera Enqere û Hewlêrê da dostiya dîrokî heye û got, "Tirkiyeyê di hemû pêvajoyên zor da aliyê gelê me kir. Ji Birêz Serokomar û gel Tirkiyeyê ra ji bo alîkariyan min carekê dîsa sipas kir." 

Barzanî bal kişand ser têkiliyên bazarganiyê yên di navbera Iraq û Tirkiyeyê da û pirsa li ser rola Herêma Kurdistana Iraqê ya zêdekirina hecma bazirganiyê wiha bersivand: 

"(Di çarçoveya têkiliyên bazirganiyê yên Iraq û Tirkiyeyê da) Rola Herêma Kurdistanê girîng e. Çend sedemên vê hene. Li ser sînorê Iraqê yê aliyê Tirkiyeyê Herêma Kurdistanê heye. Herêma Kurdistanê nika li gor heyamên din bi Bexdayê ra têkiliyên baş didomîne. Hecma bazirganiya Tirkiye û Iraqê vê gavê bi qasî 13 milyar dolarî ye. Me di hevdîtinê da qala zêdekirina hecma bazirganiyê kir. Hêviya min ew e ku hecma bazirganiyê ji 13 milyar dolarî derbas bibe û herdu alî jî ji vê memnûn bibin. Ji bo zêdekirina hecma bazirganiyê di hevdîtinê da me û Serokomar bi berfirehî xeberda. Me dît ku Serokomar jî di vê mijarê da dixwaze û hêvî dike ku hecma bazirganiya bi Iraqê ra bi lez were zêdekirin." 

Barzanî li ser pirsa vekirina Deriyê Sînor ê Ovakoyê ya ku Tirkiye û hikûmeta navendî ya Iraqê li ser diaxivin wiha pê da çû: "(Deriyê Sînor ê Ovakoyê) Dibê Hewlêr, Enqere û Bexda bi baldarî li ser vê biaxivin. Hûn jî dizanin ku herdu aliyan kapasîteya deriyê halêhazir zêde kirin. Pireyên teze û tunelên ku saziyên Tirkiyeyê li Zaxoyê vekirin hatin temamkirin. Armanca me ew e ku di mijara zêdekirina hecma bazirganiya di navbera Iraq, Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê da çi ji destê me tê bikin."

Serokê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li ser bazirganiya neftê ya di navbera Tirkiye û Iraqê da wiha got: 

Niha me xeteke boriya neftê ya ku ber bi Bêndergeha Ceyhanê va diçe heye. Eger di îxrackirina neftê da pirsgirêkeke derkeve em dikarin alîkariyê bikin. Di vê mijarê da me fikira xwe ji hikûmeta Iraqê ya navendî re jî got. Divê kapasîteya boriyan were zêdekirin. Di pêşerojê da em dixwazin zêdetir neftê îxrac bikin." 

Barzanî li ser îdiaya Adil Ebdulmehdî ya ku gotibû wan ji nefta Herêma Kurdistanê heta niha tu dahat newergirtine da wiha got:

"Em dikarin 250 hezar warêl neftê teslimî Bexdayê bikin. Em di vê meseleyê da wekî prensîp tu pirsgirêkê nabînin. Lê ji bo vê divê em werin bal hev. Beriya Tirkiyeyê ez li Bexdayê bûm. Em bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî re li ser vê meseleyê jî axivîn. Mesele ne teslimkirina neftê ye. Usul û prosedureke vî karî heye. Di sala 2014an butçeya Herêma Kurdistanê hat birîn. Ji ber vê deynekî mezin li ser herêmê çêbû. Divê ewil ev were çareserkirin. Ev mesele wê encax bi lihevkirinekê were çareserkirin. Di vê meseleyê da ji bo piştgiriya Bexdayê em amade ne."

Barzanî li ser rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da ka wê li ser Herêma Kurdistana Iraqê çawa tesîrê bike wiha got: "Ev rageşî em naxwazin li herêmê bibe sedema şerekî. Di vê mijarê da em bi Bexdayê ra ne. Siyaseta me ev e. Bila li ser axa Iraqê tu zirar negihêje terefekî. Eger şerek çêbibe em ê hem herêma Kurdistanê hem jî Iraqê biparêzin." 

Barzanî li ser pirseke hebûna PKKya rêxistina terorê ya li herêma Şengal û Mexmurê jî wiha bersivand:

"Sedema operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmê tên kirin hebûna PKKyê ye. Em naxwazin tu alî û rêxistin li ser axa me dijî welatekî yan jî cîrane me şer bikin. Tirkiyeyê di demên zor û zehmet da alîkariya me kir. Niha têkiliyên me û Tirkiyeyê gelekî baş e. PKK li herêmê dibe sedema pirsgirêkên mezin. Ji ber vê ji 500î zêdetir gundên me hatin xalî kirin. Em dixwazin bi cîranên xwe ra di nav xweşî û aştiyê da bijîn."AA

Dîroka nûkirinê: 23 Hezîran 2019, 14:52
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE