Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 224 hezar û 681 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 6 hezar û 169 kesan pozîtîf derket, 94 kes mirin.
Tabloya vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor vê di 24 saetên dawîn da li Tirkiyeyê 224 hezar û 681 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 6 hezar û 169 kesan pozîtîf derket, jimara miriyan a rojane piştî 75 rojan cara ewil daket binê 100î û 94 kes mirin, jimara nexweşan bû 552.
Jimara nexweşên giran bû 1183, tedawî yan jî karantînaya Kovîd-19ê ya 7 hezar û 617 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 5 milyon û 147 hezar û 610î.
Jimara testan derket 55 milyon û 34 hezar û 469an, jimara waqieyan derket 5 milyon û 276 hezar û 468an, jimara miriyan derket 47 hezar û 976an.
AA