"Di vê astê de xuyaye ku Îran hêmin bûye"

"Ezê ji NATOyê bixwazim ku di pêvajoya pêşdetir de zêdetir midaxilê Rojhilata Naverast bibe"

"Di vê astê de xuyaye ku Îran hêmin bûye"

Serokê DYAyê Donald Trump destnîşan kir ku di êrîşên duh şevê din de yên ku Îranê li dijî 2 baregehên DYAyê li dar xistin, ti eskerekî Amerîkayî zirar nedîtiye û got, "Di vê astê de xuyaye ku Îran hêmin bûye. Ev jî ji bo hemî aliyan û cîhanê tiştekî baş e." 

Piştî êrîşên mûşekan ên li dijî baregeha Eyn Esed û ya Hewlêrê Trump li Qesra Spî derket pêşberî kamerayan û destnîşan kir ku dê li dijî Îranê meuyyideyên aborî yên nû tetbîq bikin.

Trump herwiha got, "Heta ku ez weke serok bimînim dê Îran qet nebe xwedan çekên nukleer." 

Trump herwiha derbarê wan êrîşên navborî got, "Bila gelê Amerîkan spasdar û bextewer bin, ti eskerekî Amerîkayî di êrîşa rejima Îranê de nehat kuştin. Ti zayiateke me tune ye. Rewşa eskerên me baş e. Tenê di baregehên me de hinek xisarên biçûk hene."

Trump anî ziman ku hêzên Amerîkan hemî tedbîr sitendine û got, "Di vê astê de xuyaye ku Îran hêmin bûye. Ev jî ji bo hemî aliyan û cîhanê tiştekî baş e." 

Serokê DYAyê Trump got, "Kuştina Silêmanî ji bo terorîstên mayî bû dersek û peyama xwe sitendin. Heke hûn qîmet didin jiyana xwe hûnê welatiyên Amerîkayê tehdît nekin."

Serokê DYAyê Trump destnîşan kir ku dê li hember êrîşên ku Îranê duh li dar xistin li dijî wî welatî meuyyideyên aborî yên nû tetbîq bikin û anî ziman ku heta Îran bibe pabendê mercan dê di mueyyideyan de berdewam bin.

Trump îfade kir ku çareseriya pirsgirêkan li Rojhilata Naverast asan nîn in û wiha got "Ezê ji NATOyê bixwazim ku di pêvajoya pêşdetir de zêdetir midaxilê Rojhilata Naverast bibe."AA

Dîroka nûkirinê: 09 Çile 2020, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE