"Di vîzyona me ya 2053yan da 'Şoreşa Pêşketinê ya Kesk' heye û bajarê me yê lokomotîf jî wê Enqere be”

"Di vîzyona me ya 2053yan da 'Şoreşa Pêşketinê ya Kesk' heye û bajarê me yê lokomotîf jî wê Enqere be”

Serok Erdogan got: "Di vîzyona me ya 2053yan da hedefa ewil û ya herî bi îdia me wek 'Şoreşa Pêşketinê ya Kesk' kifş kir û bajarê me yê lokomotîf jî wê Enqere be."

Erdogan di Merasima Vekirinê ya Baxçeyê Milet a Paytextê da axivî û got ku Baxçeyê Milet ê Paytextê seba Enqere û Enqereyiyan bi xêr be.

Serok Erdogan ragihand ku li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê jî baxçeyê milet wê were çêkirin ku li sala 100emîn a Komarê were û îhale wê heta dawiya salê were kirin.

Erdogan diyar kir ku wan bi wasiteya Bankeya Dinyayê û welatên pêşketî bi Tirkiyeyê 3 milyar û 157 milyon dolar çavkanî da qezenckirin û destnîşan kir ku ew ê vî pereyî seba projeyên ku dostê îqlima kesk e, bi kar bînin.

Serok Erdogan li ser hilbijartina 2023yan axivî û wiha got: "Piştî ku em bi serkeftî ji îmtihana 2023yan derbas bûn, em êdî tu hêzeke fanî û astengiyeke ku Tirkiyeyê bidin sekinandin, nas nakin. Tirkiye Tirkiyeya berê nîne ku li gor xwe jê ra îstiqametê xêz bikin û tehdîd bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE