"Di warê çêkirina wasiteyên esmanî de em li dinyayê êdî di nav 3-4 dewletên ewil da ne"

Sero Erdogan destnîşan kir di warê pîşesaziya parastinê da sala 2002yan tenê 62 proje dihatin meşandin, niha ev hejmara nêzî 700î ye û wiha got, "Ji xeynî wasiteyên xwe yên beja û behrê em bûn dewleteke wisa ku pêwîstiyên dost û mutefîqên xwe jî peyda dikin."

"Di warê çêkirina wasiteyên esmanî de em li dinyayê êdî di nav 3-4 dewletên ewil da ne"

 Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em di nav 10 welatên ku dikarin planên keştiya xwe ya şer xêz bikin, çêkin û birêvabibin da cî digirin."

Erdogan li Fermandariya Keştîsaziyê ya İstanbulê di Merasima Firqeteyna İstanbulê (F-515) da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got gelên ku di warê parastinê da hêzdar û serbixwe nebin û di warê teknolojiyê da têra xwe nekin, nikarin bi ewledarî li pêşeroja xwe mêze bikin û wiha pê da çû, "Türkiye him ji bona ewlehiya xwe ya neteweyî hilde qerantiyê û him jî ji bona heqên dostên xwe biparêze mecbûrî divê bergiriya xwe zêde bike."

Erdogan diyar kir hêzdariya di warê eskerî, aborî û diplomatîk da ji bona wan ji tercihê wêdetir mecbûriyetek e û got em gelekî wisa ne ku îdia û armancên wê hene û der barê rewşa dinyayê da gotina xwe dibêje.

Serokomar Erdogan destnîşan kir di warê pîşesaziya parastinê da sala 2002yan tenê 62 proje dihatin meşandin, niha ev hejmara nêzî 700î ye û wiha got, "Ji xeynî wasiteyên xwe yên beja û behrê em bûn dewleteke wisa ku pêwîstiyên dost û mutefîqên xwe jî peyda dikin."

Erdogan diyar kir serkeftina xebatên wan yên hetanî îro bi saya pêşxistina hevkariya di navbera saziyên wan da hat bidestxistin û got ku digel kampanyayên qirêjkirinê yên bêhayên di nav me da hemû dinya bi heyranî wasiteyên me yên biçek û bêçek yên esmanî dişopîne.

Serokomar Erdogan got ku em di nav 10 welatên ku dikarin planên keştiya xwe ya şer xêz bikin, çêkin û birêvabibin da cî digirin û wiha peyivî, "Di warê çêkirina wasiteyên esmanî yên bêmirov û yên biçek û bêmirov û TÎHAyan da em li dinyayê êdî di nav 3-4 dewletên ewil da ne. Di her kîjan qadê da be di nav berhemên muadil û projeyan da em teqez ji fîrmayên xwe û saziyên xwe yên neteweyî ewilî tercîh dikin û ji bo me ev yek di rêza ewil da ye. Em welatekî wisa ne ku bi hêza xwe ji heqê ambargoyên eşkere û veşartî û dijwariyên tedarîkarên kurewî derxistin pêşiya me derketin. Em ber bi ciyekî wisa diçin ku mixabin cînarên nebaş em kirin xwedîxanî."

Erdogan destnîşan kir bi tenê kêmasiyên berê yên pîşesaziya parastinê temam nakin di heman demê da ji bo pêşerojê jî xwe amade dikin û wiha axivî, "Em ji bo pêwîstiyên bilez û bez bi taybetî berê xwe bidin derva jî bingeha planên me teqez li ser derfetên neteweyî divê bê avakirin. Înşellah di 5 salan da bi 5 projeyên mezin yên ku hildin xizmetê em ê hêzên xwe yên deryayî hê hêzdartir bikin. Em ê keştiya binbehr a bi tîpa 6an ya pê qabiliyeteke girîng bi dest xist ji sala 2022yan pê va ji Pîrî Reîsê dest pê bikin di salê da yekî têxin xizmetê. Em ê cara ewil pergala parastina hewayî ya bilindahiya kêm a Korkutê ya versiyona Gokdenizê tevlî Firqeteyna İstanbulê hildin nav envanterê."

Erdogan got ku piştî Keştiya Anadoluyê keştiya me ya balafirê ya xwemalî û neteweyî ew ê me derxin lîga jor.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE