"Di warê F-35an de mixabin Amerîka dirust tev negeriya"

Serok Erdogan: "(F-35) Em weke Tirkiyeyê dirust tev digerin, sekna me dirust e lêbelê mixabin Amerîka dirust tev negeriya û nagere."

"Di warê F-35an de mixabin Amerîka dirust tev negeriya"

Serok Recep Tayyîp Erdogan ji bo DYAyê got, "Hêviya min, em weke 2 welatên endamên NATOyê bi dostane tev bigerin, ne bi dijminane. Lê mixabin rewrewa me ber bi başiyê ve naçe."

Serok Erdogan li Turkeviya li New Yorka ku bi mebesta beşdarbûna Hevdîtinên 76emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NYê) lê ye, nirxandin kirin û bersiv da pirsên rojnamevanan.

Erdogan wiha axivî, "Ez digel Bushê law bi başî xebitîm, digel cenabê Obama bi başî xebitîm, digel Cenabê Obama jî bi başî xebitîm, lêbelê nikarim bêjim ku me digel cenabê Biden baş destpê kir. Biden dest bi veguhastina çek, muhîmat û keresteyan ji bo rêxistinên terorê kir. Emê ji vê rewşê re tenê ji dûr ve temaşevan nemînin. Dema nuha em li çekên di destê Talîbanê de dinerin, em dibînin ku çekên Amerîkayê ne. Ji bo wisa dê berdêla vê yekê bidin."

Serok Erdogan her wiha got, "Li gorî uslûba nêzîkbûna Talîbanê ya nuha, mixabin rêveberiyek hembêzkar û berfirehgir çênebû."

Erdogan bal kişand ser mijara F-35an û got, "Em weke Tirkiyedirust tev digerin, sekna me dirust e lêbelê mixabin Amerîka dirust tev negeriya û nagere. S-400 kirine mehne û F-35 nedan me, ev nîşandana nasnemeyê ye di warê têkiliyên navdewletî û peywendiyên dîplomatîk de."

Serok Erdogan ji bo gotinên Hevserokê berê yê HDPê Sezaî Temellî û got, "Dibêjin çareserkirina pirsa kurd, filan bêvan... Pirseke wisa li Tirkiyeyê tune. Me ev ji mêj ve çareser kir, me derbas kir, qediya."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE