Di xeta cepheyê ya Ermenistan- Azerbeycanê da pevçûn dewam dikin

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yekîneyên Artêşa Azerbeycanê yên li van deran pêşî li êrîşên hêzên Ermeniyan girt. 

Di xeta cepheyê ya Ermenistan- Azerbeycanê da pevçûn dewam dikin

Hat ragihandin ku di xeta cepheyê ya Ermenistan-Azerbaycanê da seranserê şevê pevçûnên dijwar dewam kirin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku hêzên Ermeniyan ji bo ku li herêmên Fuzulî-Cebraîl û Axdere-Terterê kozikên ji destê wan derket paşva bistînin teşebûsa êrîşê kirin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku yekîneyên Artêşa Azerbeycanê yên li van deran pêşî li êrîşên hêzên Ermeniyan girt. 

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku di pevçûnên şevê da yekîneyên bejayê û hêmanên girêdayî Hêzên Asîmanî yên Azerbeycanê konvoya wesayîtên bizirx a hêzên Ermeniyan a ku ji herêma Madagîz li aliyê Axdereyê û bataryaya topavêj ya ku piştgirî dida wan îmhe kirin.

Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku li aliyê Fuzulî-Cebraîlê jî berdestê sibê tankek û wesayîteke Ermeniyan hat îmhekirin, biqasî 10 esker hatin berterefkirin, hat ragihandin ku pevçûnên tund dewam dikin, hêzên Ermeniyan qeybên mezin dan û zor danê ku paşva vekêşe.

- Ji bo ku bajarê Fuzulî ji dagirkeriyê bê xilaskirin operasyon dewam dike

Di daxuyaniyeke din a wezaretê da jî hat ragihandin operasyona ji bo ku bajarê Fuzuliyê ji hêzên Ermeniyan bê paqijkirin dabûn destpêkirin dewam dike û agahî hat dayîn ku sibehê 4 tankên artêşa Ermeniyan hatin îmhekirin.

Her wiha hat diyarkirin ku artêşa Ermenistanê guleyên topê diavêje bajarê Daşkesenê û di daxuyeniyeke din da jî hat diyarkirin ku artêşa Azerbeycanê ji bo tevdîrê dê bersivê bide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE