"Îdiaya der barê 128 milyar dolarî da ji serî heta binî şaşî û cahilî ye"

Erdogan got şerê ku em li qadê dijî rêxistinên terorê û li qada navneteweyî jî dijî dagirkeran didin di warê aboriyê da jî me dijî faîz-kur-enflasyonê meşand.

"Îdiaya der barê 128 milyar dolarî da ji serî heta binî şaşî û cahilî ye"

 Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bona îdiaya der barê 128 milyar dolarî da û wiha got, "Ne mîqdar û ne jî wateya li vê reqamê bar dikin rast nîne, kampanyaya tê meşandin jî rast nîne. Ji serî heta binî şaşî û cahilî ye."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan ji ber ku di bernameyeke televizyonê da gotinên ku tê da gefxwarin heye kiriye der barê Engîn Altay da wiha axivî, "Yekî bêexlaq û bêedeb ji bona min dibêje hêvî dikim ku aqûbeta wî jî mîna ya Menderes be. Hey bêexlaq û bêedeb gava em derketine vê rêyê me kefenê xwe li xwe kiriye."

Erdogan got şerê ku em li qadê dijî rêxistinên terorê û li qada navneteweyî jî dijî dagirkeran didin di warê aboriyê da jî me dijî faîz-kur-enflasyonê meşand.

Serokomar Erdogan ji bona îdiaya der barê 128 milyar dolarî da diyar kir ji ber ku li holê hişmendiyeke bi rastî jî dixwaze aqûbeta 128 milyar dolarî fehm bike tuneye, di gotinên tên kirin da jî tu rastî tuneye û wiha peyivî, "Ne mîqdar û ne jî wateya li vê reqamê bar dikin rast nîne, kampanyaya tê meşandin jî rast nîne. Ji serî heta binî şaşî û cahilî ye. Ji ber ku di gelek mijaran da bi ser neketine niha jî dest avêtine derewa '128 milyar dolar li ku derê ye?' ku ew bixwe jî dizanin xelet e."

Erdogan diyar kir hêviya wan ya ku êdî venaşêrin ew e ku Türkiye mîna salên 1994 û 2001ê bikeve nav qeyraneke aboriyê ya mezin û peyra jî di warê siyasî da guherîn çêbe û wiha xeberda, "Neyartiya dijî Erdogan, AK Partî û Îtifaqa Cumhur çavên van cahilan wisa kor kiriye ku hêviya wan felaketa gel dewletê ye. Felaketa ku hevî dikin çi ye? Înşellah em ê Türkiyeyê bigihînin hedefên 2023yan. Li vî welatî yê aboriyê pêşva bibe, veberhênanan zêd bike, demokrasiyê zexim bike, xeyal û hêviyên însanên me bi cî bîne, welhasil hêviyê geş bike em in."

Serokomar Erdogan destnîşan kir 128 milyar dolarê vî welatî ne pêşkêşî hinekan bûye û ne jî hatiye badilhewakirin.

Erdogan bi berdewamiyê da got ku em ê navê rehmetiyê Yildirim Akbulut li Balafirgeha Erzincanê bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE