Îdiaya "Ji ber ku hatiye tehdîdkirin loma beşdarî dayikên Diyarbekirê bûye" derewand

Îdiaya "Ji ber ku hatiye tehdîdkirin loma beşdarî dayikên Diyarbekirê bûye" derewand

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe, nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya HDPyê zarokên wan şandine serê çiyê, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 576em.

Yenal Başal ji bo Zahirê kekê xwe ku 14 saliya wî da revandin, ji Sêrtê beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Başal daxuyanî da û diyar kir, îdiaya ku li ser malpereke înternetê ya nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, hat parvekirin û tê da tê gotin ku "hatiye tehdîdkirin û wisa tevî çalakiyê bûye" derewand.

Başal daxuyand ku haya wan ji kekê wî tuneye û ji bo ku peyê kekê wî ketine, terorîstên PKKyî li wan xistin.

Başal daxuyand, ji bo ku ew bigihêjin kekê wî, ew bi dayika xwe va beşdarî çalakiyê bûn û wiha dewam kir:

"Der heqê min da bi temamî derew kirine. Gotine 'Polês û eskerê dewletê mixtar tehdîd dike'. Teqez tiştekî wisa tuneye, em bixwe hatine vê derê. Me dît ku dewlet zarokên serê çiyê tîne, em jî hem seba piştgiriya dayikan hem seba kekê min hatin. Ev dixwazin moralê me xerab bikin, loma îftira davêjin. Em ê prîmê nedin van û heya ku zarokên xwe ji vê derê hilnedin, em ji vir naçin."

Suleyman Aydin jî ji bo Ozkan Aydinê kurê xwe yê ku di 15 saliya wî da revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê didomîne. Aydin jî got ku HDP û PKKya rêxistina terorê seba heman armancê dixebitin.

Aydin diyar kir ku, Başal jî ji ber ku kekê xwe ji rêxistina terorê dixwaze, loma beşdarî çalakiyê bûye û destnîşan kir, malperên nêzî rêxistina terorê ji ber ku çalakiya dayikan hezim nakin, loma derewan dikin.

Aydin wiha axivî:

"Em 219 malbat li vê derê ne û em bixwe hatin vê derê. Em zarokên xwe dixwazin, lê mixabin îftira davêjin me. Hem zarokên 14-15 salî dişînin serê çiyê hem jî şerm nakin û îftira davêjin me. Em dizanin, ji ber ku tu kes beşdarî rêxistinê nabe, loma wisa ji çalakiya me aciz dibin. Em heya dawiyê li vê derê ne. HDPyê zarokên me çawa şandibe serê çiyê, bira wisa jî bîne. Bira merivên ku piştgiriyê didin HDPyê rûyê wan ê rastîn bibînin."

Aydin daxuyand ku ew di çalakiyê da biryardar in, 24 ewlad ji destê rêxistina terorê hatin rizgarkirin, rêxistina terorê dixwaze wan biqutifîne, lê ew guh nadin wan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE