"Dibê darizandina li ser bûyera Kaşikçî li Tirkiyeyê were kirin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Dibê darizandina li ser bûyera Kaşikçî li Tirkiyeyê were kirin"

"Dibê darizandina li ser bûyera Kaşikçî li Tirkiyeyê were kirin"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Filistîn û Quds xetên sor ên Tirkiyeyê ne.

Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Filistînê Riyad el-Malikî piştî hevdîtinê li wezaretê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Çavuşoglu diyar kir ku di hevîdtinê da projeyên Tirkiye dixwaze ji bo Filistînê bike nirxandin û wiha got, "Wekî Tirkiyeyê em her tim li cem xuşk û birayên xwe yên Filistînê sekinîn. Filistîn û Quds xetên sor ên Tirkiyeyê ne.

Wekî mayîn Çavuşoglu got ku ew ê ne bi tenê li herêmê li hemû dinyayê doza Filistîn û Qudsê ya mafdar biparêzin, li ser meseleya Filistînê cara ewil Lûtkeya Derasayî ya Teşkîlta Hevkariya Îslamê kom kirin û mijar li Neteweyên Yekbûyî anîn rojevê.

Wezîr Çavuşoglu diyar kir ku di platforma navneteweyî da bûn sedem û der barê meseleya Filistînê da gelek biryarên girîng hatin dayîn.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu bal kişand ku Tirkiyeyê piştgiriya dide mijara Filistîn her tim bidomîne û wiha axivî: "Her kes terka vê dozê bike jî em terka wê nakin."

"Dibê li Tirkiyeyê bên darizandin"

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnaemvanê Siûdî da jî wiha got, "Hemû kesên ku bi cinayetê ra eleqedar in divê li Tirkiyeyê bên darizandin."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE