"Dibê em ji 7,5 milyar merivê li dinyayê ra qalê bikin ku Îslam tehdîd nîne''

Serok Erdogan: "Dibê em ji 7,5 milyar merivê li dinyayê ra qalê bikin ku Îslam tehdîd nîne, dijmintiya Îslamê tehdîda kurewî ye."

"Dibê em ji 7,5 milyar merivê li dinyayê ra qalê bikin ku Îslam tehdîd nîne''

Serok Erdogan: "Di serî da li Rojavayê li gelek ciyên dinyayê nexweşiya dijberiya Îslamê mînanî hucreya pençeşêrê bi lez û bez belav dibe."

 "Piştî êrîşên 11ê Îlonê stratejiya rêvebiriya Amerîkayê ku 'Misilmanan xerab nîşan didin' vîrusa dijberiya Îslamê ku jixwe di çanda gelek civakan da hebû hê zêdetir kir."

 "Hin cereyanên nijadperest yên ku heta do jî wek 'marjînal' dihat qebûlkirin êdî di navneda siyasetê da cî digirin û ev jî nîşan dide Rojava di dewsa ku ji vê hezeka di nav da ye xilas bibe dixwaze hê zêdetir tê da here xwarê."

 "Kesên komkujiya Cihûyan ya di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn da qewimî ji xwe ra hildidin nav kevaneke taybet niha jî Misilmanan ji xwe ra dikin hedefa nîşangîriyê."

 "Kesên fehm nakin dema ku li derekê azadî nemîne refah jî zêde li ber xwe nade, esas dijberiya Îslamê nakin dijberiya pêşeroja xwe dikin."

 "Nijadperestiya nû ya dijî Misilmanan her çiqas Rojavayî bixwe ji bona sivik bikin bi navê Îslamofobîa'yê pênase bikin jî em baş dizanin ku ev rasterat dijberiya Îslamê ye."

 "(Li Rojavayê) Otorîteyên kamuyê yên divê ewlehiya hemû welatiyan pêk bînin ji bona dijberiya Îslamê ketine pêşbaziyê."

 "Dibê em ji 7,5 milyar merivê li dinyayê ra qalê bikin ku Îslam tehdîd nîne, dijmintiya Îslamê tehdîda kurewî ye."

 (Îslamofobî) Rojava şûna ku vê tehdîdê nîqaş bike, dikeve bin tesîra xetên nijadperest û cudaxwaz. Ev yek girîngnedîtina mijarê ye."

 "Hewlên ji bo pêşîlêbirîna dijmintiya Îslamê yên ji bo ewlehî û hizûra tevahiyê mirovahiyê dibê bi mekanîzmaya aqlê hevpar were birêvebirin."

 "Dema alema Îslamê yekîtiya di nav xwe da ava bike têkoşîna dijî dijmintiya Îslamê ew ê di demeke kin da bigihîje encamê."

 "(Îslamofobî) Hemû civakên ku bi gefeke bi vî rengî ra rû bi rû dibînin divê bên bal hev û li qada navneteweyî toreke ragihandinê ya hêzdar ava bikin."

"Ewropaya bi sedsalan bi destê ronakbîran civaka xwe bi tirsa Tirkan ku wan wekî Îslamê dibînin perwerde kirin, pirsgirêkên ji ber tevliheviya siyasî derketine jî bi vî rengî bi serkeftî veşartine."

 "Li welatê me di paşxaneya nîqaşên laîklîkê da yên bi salan e didomin ji parastina azadiya dîn bêtir niyeta qedexekirina wê heye û ev yek jî dibe sedema rageşiyê"

 "Dibê em siyasetmedar, rewşenbîr, endamên medyayê û kesên xwedîwijdan ên li hemû dinyayê û wezîfedarên xwe yên dîn li dijî nexweşiya dijmintiya Îslamê derkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE