"Digel hemû êrîşên aboriyê em ber bi hedefên xwe va dimeşin"

Serok Erdogan: "Di heyama pêş da em ê welatê xwe zêdetir ji bona zanyaran bikin navenda cazîbeyê."

"Digel hemû êrîşên aboriyê em ber bi hedefên xwe va dimeşin"

Serok  Recep Tayyîp Erdogan got: "Di aboriya kurewî da di heyamên herî zehmet da jî em tîk li ser piyan sekinîn. Îro jî li hemberî hemû êrîşên aboriyê em ber bi hedefên xwe va dimeşin."

Ji axaftina Serokomar Erdogan hin sernavên derketin pêş ev in: 

"Her kî ji ber çi sedemê dibe bira bibe, heke dest bavêje karekî ku wê li dijî welatê wî encamê bide, bira bizanibe ku wê ji 82 milyonî zirar daye her kesekî."

Bi bernameya aboriyê ya ku hedefa wê hilberîn, mezinbûn û îstihdam e va em bibiryar in ku welatê xwe bikin yek ji 10 dewletên herî mezin ên dinyayê. Emê bi hemû aliyên jiyana xwe ya xebatê va vê pêk bînin."

Dîroka nûkirinê: 23 Gulan 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE