''Digel hişmendiya ku ji dêvla kirîna dilê milet çavê wê li derva ye, em ê welatê xwe mezin bikin''

''Digel hişmendiya ku ji dêvla kirîna dilê milet çavê wê li derva ye, em ê welatê xwe mezin bikin''

Serok Erdogan got, "Li hemberî me, hişmendiyeke ku bi tu awayî nikare bibe xwemalî û neteweyî heye. Ji dêvla ku dilê milet bikire, çavê vê li derva ye. Em ê digel vê hişmendiyê welatê xwe mezin bikin."

Serok Erdogan beşdarî Merasima Vekirinê ya Stada Hatayê, Tesîsa Depokirinê û Çêkirina Xazê ya BOTAŞ Ertugrul Gaziyê, Sîteya Sanayiyê ya MOBSANê û Projeyên Din ên ku çêkirina wan kuta bûne, bû û di merasimê da axivî.

Erdogan daxuyand ku ew xwe wekî demokrat nîşan nadin û ji binî va jî faşîstiyê nakin û wiha dewam kir: "Em heq, hiqûq û azadiya her kesî hildidin binê temînatê. Lewra bi eşq û şewq girêdayî vî miletî ne. Kesên ku pey dijminên tescîlkirî yên Tirkiyeyê ketine û bûne talibê paşeroja welêt, dawiya wan ziyan e. Li hemberî me, hişmendiyeke ku nikare bibe xwemalî û neteweyî heye. Ji dêvla ku dilê milet bikire, çavê vê li derva ye. Em ê digel vê hişmendiyê welatê xwe mezin bikin."

"Heke Tirkiye li derva xeta ewlehiyê ya wiha ava neke di nav erdên welêt da ew ê hizûr û refahê ji me ra nehêlin."

Erdogan li ser ziyareta xwe ya Azerbeycanê sekinî û wiha got, "Rojên borî em çûn Şuşayê û bûn hevparê şahiya rizgariya birayên xwe. Em niha li ciyên din bi heman nêrînê di amadehiya gavên nû da ne. Heke Tirkiye li derva xeta ewlehiyê ya wiha ava neke di nav erdên welêt da ew ê hizûr û refahê ji me ra nehêlin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE