"Dijminê rastîn yê Kurdan YPG/PKK ye"

Çavuşoglu:"(Herekata Kaniya Aştiyê) Ez dixwazim ji vê derê careke dubare bikim ku herekat ne dijî Kurdan, belê bi tenê dijî terorîstên PKK û YPGyî ye. Mîna li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê, dijminê rastîn yê Kurdan YPG/PKK ye"

"Dijminê rastîn yê Kurdan YPG/PKK ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê Herekata Kaniya Aştiyê da bal kişand ku herekat ne dijî Kurdan, belê bi tenê dijî terorîstên PKK û YPGyî ye û wiha got, "Mîna li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê, dijminê rastîn yê Kurdan YPG/PKK ye."

Çavuşoglu û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî piştî hevdîtina li Xaniyê Fermî yê Wezareta Karên Derva, civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xistin.

- Barzanî ziyareta xwe ya ewil a derva ji bo Tirkiyeyê kir

Çavuşoglu di nirxandina hevdîtina xwe ya bi Mesrûr Barzanî da jî diyar kir ku Mesrûr Barzanî gava bû Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ziyareta xwe ya fermî ya ji bo dervayî welêt, ji bo Tirkiyeyê kir û wiha got, "Wateyeke vê ye sembolîk jî heye."

Çavuşoglu herwiha bal kişand ku mîna serdemên borî, ew dixwazin di çarçoveya yekîtiya Iraqê da hevkariya xwe ya ligel hikûmeta herêmê di hemû waran da pêş bixin.

Herwisa Çavuşoglu got ku wî li ser Herekata Kaniya Aştiyê ku ji bo jinavbirina korîdora terorê ya ku xwestin li rexê sînorê Tirkiyeyê ava bikin û herwiha aramî û aştiyê bîne herêmê hat lidarxistin, zanyarî dn Barzanî. Çavuşoglu wiha dewam kir, "Ez dixwazim ji vê derê careke dubare bikim ku herekat ne dijî Kurdan, belê bi tenê dijî terorîstên PKK û YPGyî ye. Mîna li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê, dijminê rastîn yê Kurdan YPG/PKK ye."

Çavuşoglu bal kişand ku li Tirkiyeyê 350 hezar Kurdên Sûriyeyî hene û wiha got, "Barzanî jî ji min ra got li Herêma Kurdistanê ji 250 hezarî zêdetir Kurdên Sûriyeyî hene. Heta niha ev birayên me yên Kurd venegeriyan Sûriyeyê, lewra piraniya van bi destê PYD/YPGyê hatibûn sirgûnkirin."

Wezîr Çavuşoglu gava bersiv da pirsa li ser îtiraza Amerîkayê ya ji bo plana ewlekariyê ya NATOyê ya ji bo Tirkiyeyê, da bibîrxistin ku planên parastina mitefiqan ên NATOyê li gorî navbereke destnîşankirî tên weşandin û wiha dewam kir:

"NATO divê bi rengekî tevbigere ku fikarên hemû mitefiqan berteref bike. Di bersivdana fikarên ewlekariyê da heger hin welat îtiraz bikin, îcar di nava NATOyê da yekîtî namîne. Em ne dijî plana bersivdayînê ya NATOyê ya ji bo welatên Baltik in. Lê ya ku ji bo welatên Baltik tê xwestin divê ji bo me jî were xwestin. Em jî mitefiq in. Hevdîtinên li ser vê yekê dewam dikin. Hin pêşniyazên Sekreterê Giştî yê NATOyê çêbûn. Em li ser van, mizakere dikin. Dawiya dawî dibe ku nêrîn ji hevdu cuda bin. Îja ya girîng jî ew e ku rêya navînî were dîtin. Em jî ji bo vê yekê hewil didin."

Çavuşoglu diyar kir ku Amerîkayê ligel hişyariyan piştgirî da rêxistina terorê YPG/PKKyê û gaveke şaş avêt û wiha dewam kir:

"Heger hûn di serî da ligel rêxistineke tororê têkevin angajmanê, veger êdî dijwar dibe. Ligel rêxistina terorê danîna angmajmanê ne bi tenê ji hêla hiqûqa navneteweyî, herwisa ji hêla qanûnên Amerîkayê jî pirsgirêkeke cidî ye. Aniha probleme herî mezin a rêveberiyên Amerîkayê ev e. 30 hezar tir çek dan. Hê dema bi me ra xebata navçeya aram dihat kirin jî wê alîkariya çek û perwerdeyê dewam kir. Der heqê vê da qebûleke piçûk jî dê rêveberiya Amerîkayê di nava xwe da di nava welatê xwe da têxe rewşeke pir cidî."

Çavuşoglu da bibîrxistin ku rêveberiya Obama ligel hişyariyan alîkarî da YPG/PKKyê û xeletî kir, rêveberiya niha jî vê yekê dewam dike. Çavuşoglu got ku rêveberiya Amerîkayê niha di nava dudiliyeke wiha da ye.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE