''Dijminiya Îslamê bûye mecrayeke wêrankar a ku gefê li aştiyê dixwe''

''Dijminiya Îslamê bûye mecrayeke wêrankar a ku gefê li aştiyê dixwe''

 Serok Recep Tayyîp Erdogan li New Yorkê di konferansa "Dinyayeke Adiltir Pêkane" da ku ji aliyê Komîteya Beralîkirina Neteweyî ya Tirk-Amerîkanê (TASC) va hat lidarxistin, axivî.

Erdogan ji aliyê madî û menewî va şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nirxand û diyar kir ku wekî mirovahî digel vîrusa Kovîd-19ê, ew bi vîruseke ku merivan zêdetir dikuje û sînsî ye ra têkoşînê didin û waiha dewam kir, "Navê vê vîrusê dijmintiya Îslamê ye. Li welatên ku bi salan wekî jêderka demokrasî û azadiyan mînak didin nîşan, ev vîrus pir bi lez bela dibe. Dijmintiya Îslamê û dijayetiya biyaniyan îro êdî siyaset kir hêsîrê xwe. Veguheriye cereyaneke wisa xerabker ku jiyana rojane ya Misilmanan dixe tengasiyê, rê dide ber polîtîkayên dewletan û aştiya civakî tehdîd dike.

Erdogan daxuyand ku wekî hişmendî ferqa vê fanatîzma îdeolojîk û DEAŞê tuneye û ew dibînin ku di nav civakên cuda da bela bûye û wiha dewam kir:

"Li gelek welatan ji ber bawerî, ziman, nav an jî cil û bergan ferq û cudatiyê dixin navbera kesên Misilman û kesên din. Ev êdî bûne waqieyên ji rêzê. We piştî êrîşa terorê ya 11ê îlonê ev yek bixwe dît û tecrube kir. Bi destê siyasetmedarên wareste nefret zêde bû û hûn bûn şahid ku bûn sedema birînên çawa. Lêbelê digel neheqiyên ku hûn rast hatin û hûn rastî cudakariyê hatin jî, we tu carî dev ji hiqûq, meşruiyet û siyaseta demokratîk berneda. Li dijî hemleyên ku misilman lawaz dikirin hûn xwedî li yekîtî, biratî û bihevrabûna xwe derketin û we wisa bersiv da kesên dixwestin Misilmanan têxin dijmin û ew cuda dikirin. Besîret, feraset û xîreta ku we di wan rojên îmtihana dijwar da nîşan da ku Misilmanên dîasporayê we wekî mînak bibînin."

"Di têkoşîna xweşnebîniyê da me roleke sereke hildaye ser xwe"

Serok Erdogan diyar kir, çi bi rêya saziyên civaka sivîl çi jî bi awayekî takekesî, ew dibîne ku li dijî dijminiya Îslamê têkoşîn tê dayîn û lewma jî ew kêfxweş bû û wiha dewam kir, "Wekî Tirkiye em jî di platformên navneteweyî da serkêşiya têkoşîna dijî dijminî û xweşnebîniya Îslamê dikin."

Erdogan her wisa bal kişand ku ew di Teşkîlata Hevkariya Îslamî da jî serkêşiya hewldanên bi vî rengî dikin û wiha dewam kir, "Em piştgiriyê didin her cure hewldanê ku armanca wê jiholêrakirina tehdîdên dijî dînê me û birayên me yên Misilman e. Em li bendê ne, hûn birayên me yên Misilman ên Amerîkayî jî piştgiriyê bidin vê têkoşîna me."

Erdogan diyar kir, Tirkiye û Amerîka ji hêla peywendiyan du welatên dost û mitefiq in ku nirx, berjewendî û raboriyeke wan a hevpar heye û wiha got, "Digel şewbê par hecma me ya bazirganiya dualî ji 25 milyar dolarî derbas bû. Îsal înşelah em ê bigihîjin asta 25 milyar dolarî. Ji bo hedefa 100 milyar dolarî em xebatên xwe bênavber didomînin."

Erdogan axaftina xwe wiha domand:

"Wekî qasidên Tirkiyeyê li Amerîkayê peywireke girîng dikeve ser milê we ku hûn qala girîngî û potansiyela peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê ji dostên me yên Amerîkayî ra bikin. Hûn jî baş bi fealiyetên xirab ên lobiyên dijberên Tirkiyeyê beled in. Ji bo serneketina xebatên van derdoran, hewldanên we pir girîng in. Em li bendê ne ku hûn bêyî rawestan rûyê rastî yê PKK, YPG û FETOyê ji dostên me yên Amerîkayî ra bêjin."

Serokomar Erdogan diyar kir, Navenda Diyanetê li Amerîkayê ku sala 2016an li Marylandê hat vekirin, xebatên hevbeş dihewîne û wiha got, "Me ev der ne tenê ji bo Tirkan çêkir, me ev der ji bo hemû Misilmanan çêkir. Lewra mescid û mizgeft ne yê qewmekî ne, malên Xwedê ne û em jî hemû bi hev ra li wan deran ibadetên xwe dikin."

Serokomar Erdogan sipasiya beşdarên hevdîtina biratiyê kir û axaftina xwe wiha bir serî, "Ez li ser navê şexsê xwe, jina xwe û miletê xwe bi rêz û hezkirin we silav dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE